Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2024-07-24 22:01:37   COLEMÊRG - Cenazeyê şivanê bi navê Bedrettîn Duzen ê dema li Qada Cîlo Sat a gundê Weregoz ê girêdayî navçeya Geverê pezê xwe diçerand di encama teqîna cismekî de jiyana xwe ji dest da hate veşartin.    Li herêma Weregoz a li Geliyê Doskî yê navçeya Gever a Colemêrgê, di saetên serê sibê de cismek teqiya. Şivan Bedrettîn Duzen ê pezê xwe diçerand, di encama teqîna cismekî bi giranî birîndar bû. Duzen rakirin nexweşxaneya li navenda Colemêrgê. Duzen tevî hemû mudaxileyan nehate xelaskirin. Cenazeyê Duzen piştî karûbarên otopsiyê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ji bo veşêrin ber bi Geverê ve bi rê ketin.    Cenazeyê Duzen piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn, li Goristana Bajêrgeha Nû ya li navçeya Geverê hatin veşartin.