Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin 2024-07-24 23:41:54   STENBOL - Derhêner Omer Leventoglû û kameraman Huseyîn Alturk ên piştî wesayîta wan hate sekinandin ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hatin revandin, agahî ji wan nayê wergirtin.    Derhêner Omer Leventoglû û kameraman Huseyîn Alturk ên ji Amedê bi wesayîteke taybet ber bi Stenbolê ve ketin rê, li ser rêya Sakarya û Kocaeliyê wesayîta wan hate rawestandin û ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve bi gotina “kirariya binçavkirinê ye” hatin revandin.   Tevî hemû hewldanên parêzeran jî nehate zanîn ku Alturk û Leventoglû li ku ne. Alturk ê saet di 18.00’an de hevalên xwe yên kar geriya, ragihand ku ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve hatine binçavkirin û dê wan bibin qereqolê. Piştî vê saetê şunde ne ji Alturk û ne ji Leventoglû agahî nehate wergirtin û tevî hemû hewldanan nehate zanîn ku li ku ne.