ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-25 09:00:28     * Tecrîda mûtleq a li Îmraliyê kete meha 41’emîn. Di vê serdemê de 574 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin bê encam man.   * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di nava amadekariya planeke çalakiyê ya nû de ne û anî ziman ku bi şandeyên ku ava bikin dê di her platformê de tecrîdê bînin rojevê.   * Welatiyên li Amedê ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê bi bertek in, îşaret kirin ku hevkariya PDK’ê bi gelê kurd dide windakirin û banga “ji xeletiyê vegere” li PDK’ê kirin.   * Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, anî ziman ku li dijî qirkirina daristanan a li bajêr bi daxwaza “rawestandin birêvebirinê” dê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin.   * Piştî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn. Endama OHD’ê Fatma Demîrer, anî ziman ku ji bilî sewqan parastinên girtiyan, nîşeyên şexsî û pirtûkên wan hatine desteserkirin.   * Hate zanîn ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di berdela deynê şaredariyê yê bacê de Baxçeyê Milet dewr kiriye.   * Li Jîn Art Huner a li Îzmîrê di qada çand û hunerê de xebatên xwe didomîne, qeydên qursan dest pê kirin. Her wiha bernameya wê ya meha tebaxê jî diyar bû.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê Komxebata Plana Stratejîk a 2025-2029’ê li eywana hotêleke bajar li dar bixe. (08.30-16.00)   * Dê li Dêrsimê starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bê dayîn. (11.00) ZINDÎ   * Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê dê têkildarî geşedanên di rojevê de li avahiya partiyê daxuyaniyê bidin. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Deriyê Sînor ê Gurbulakê yê Bazîd a Agiriyê daxuyaniyê bide. (14.30-16.00) ZINDÎ   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)