Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû 2024-07-25 09:06:24   AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di nava amadekariya planeke çalakiyê ya nû de ne û anî ziman ku bi şandeyên ku ava bikin dê di her platformê de tecrîdê bînin rojevê.   Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) xwe amade dike ku li dijî tecrîda mûtleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 41 meh in agahî jê nayên wergirtin bernameyeke nû ya çalakiyê bide destpêkirin.    ‘BERDELA TECRÎDÊ GIRAN E’    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, îşaret kir ku ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin agahî nayê wergirtin û wiha got: “Berdelê vê rewşa astengkirina hevdîtinê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran e. Hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn fatoreyeke gelekî giran a vê pêvajoyê didin. Tecrîd, dibe sedem ku hawîrdora bi şer a li Tirkiyeyê berdewam bike. Ji ber vê yekê hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê jê bandor dibin. Ji bo ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd were astengkirin bi israr tecrîd tê pêkanîn.”   Canpolat, bal kişand ku li tu dera cîhanê rewşeke mîna tecrîda li Îmraliyê nîne û wiha berdewam kir: “Ev pergal, pergaleke tenê aydê Tirkiyeyê ye. Pergala desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Ev pergal dermirovî ye. Giranbûna tecrîdê hinekê jî israra di şer, pevçûn û xizaniyê de ye.”   ÇALAKIYÊN NÛ    Canpolat, da zanîn ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku têkildarî tecrîdê ye ji cotmeha 2023’yan ve didome û diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de hin çalakî û aktîvîte hatin kirin. Canpolat, anî ziman ku ev yek têra nakin û wiha dirêjî da azaftina xwe: “Ji ber ku ev tecrîd bandorê li hemû gelan dike, em dixwazin bi awayekî xwe bigihînin herkesê û herkesê bikin hevkarê van çalakiyan. Em di wê baweriyê de ne ku divê seferberiyên nû li şûna Kurdistanê li Tirkiyeyê belav bibin. Hestiyariyek çêbû, tecrîd bû rojev lê têre nake. Em weke federasyonê modelên çalakiyê yên birêxistintir û bilindtir nîqaş dikin.”   ‘SEMÎNER DÊ BÊN LIDARXISTIN’    Canpolat, da zanîn ku planên wan hene bi avakirina heyetan re bi hemû partiyên siyasî yên li Enqereyê re hevdîtinê bikin û ev tişt got: “Em ê bi sazî, rêxistin, sendîka û nûnerên biyanî re hevdîtinan bikin. Di nav şandeyên me yên ku bên avakirin de dê parlamenter, rûspî, dayik, nivîskarên ku li Tirkiyeyê tên nasîn hebin. Şande dê an hefteyê rojekê an jî 15 rojan carekî bi saziyan re hevdîtinê bike û berdela tecrîdê ya ji Tirkiyeyê re û neyîniyên wê hewl bide vebêje. Ji bilî vê plansaziyeke ku bi hemû beşên civakê re bicivin û tecrîdê û encamên wê nîqaş bikin heye. Pêşniyar hene ku li Ewropayê jî semîner bên lidarxistin. Tişta ku bi semîneran tê armanckirin ew e ku hawirdora şer a li Tirkiyeyê, tecrîd û şertên nebaş ên li girtîgehan bên vegotin.”   Canpolat, bi lêv kir ku ji bo demekî kurt plansaziya meşan tê kirin û da zanîn ku piştî plansaziya çalakiyan derket holê dê bi rayagiştî re parve bikin. Canpolat, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojeva me ya sereke tecrîd e. Sedemê vê jî ew e ku tecrîd girêdayî hawîrdora şer, bêhiqûqî, binpêkirina demokrasiyê ya li welat e. Tecrîd bandorê li hemû jiyana me dike.”   MA / Mujdat Can