Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man 2024-07-25 09:09:10   STENBOL - Tecrîda mûtleq a li Îmraliyê kete meha 41’emîn. Di vê serdemê de 574 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin bê encam man.   Rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Îmraliyê tê ragirtin ket meha 41’emîn. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an re bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di 3’yê adara 2020’an de bi awayekî rû bi rû bi malbata xwe re hevdîtin kir û herî dawî jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin kir. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bilî Abdullah Ocalan ji girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin jî 41 meh in agahî nayên wergirtin.    574 SERLÊDAN BÊENCAM MAN   Rewşa tecrîdê ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "încommunîcado"yê tê binavkirin didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021’an û vir ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê 397 ên parêzeran, 177 jî yên malbatan bi komî 574 serlêdan hatine kirin. Lê hemû serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.   QEDEXEYÊN NÛ   Di demeke ku ji serlêdanan re hêj bersiv nehatiye dayîn de derket holê ku ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îmraliyê ve di 4’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsiplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Di biryarê de hinceta “cezayê dîsiplînê” nehate diyarkirin. Daxwazên parêzerên ên agahî û belgeyan ên têkildarî dosyayê nehatin qebûlkirin. Parêzer xwe amade dikin ku li dijî biryara “cezayê dîsiplînê” yê hatiye dayîn îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê bikin.    SERLÊDANÊN HIQÛQNASAN    Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de rêxistinên hiqûqî, di nava mehê de serî li baroyên bajarên Riha, Îzmîr, Semsûr û Mêrdînê dan. Rêxistinên hiqûqî ji baroyan xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê tevbigerin.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di civîna xwe ya meha Hezîranê de piştî 3 salan biryar da ku biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya der heqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daye tê bicihanîn an na careke din bixe rojeva xwe. Komîte wê di civîna xwe ya di navbera 17 û 19’ê îlonê de pêk bîne de kontrol bike ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê û pêdiviyên wê tên bicihanîn an na. Heke Komîte pêwîstiyê pê bibîne, wê karibe îzahatekê ji Tirkiyeyê bixwaze ku çima ev biryar bi cih nehatiye anîn.   HELWESTA CPT’YÊ YA CIHEKAR   Geşedaneke din a girîng a di nava mehê de jî bû pêkanîna prosedura 10/2 a CPT’yê ya derbarê Azerbaycanê de. CPT’yê piştî serdanên salên 2020 û 2022’yan derbarê Azerbaycan a binpêkirin bi dawî nekirin û pêşniyar bi cih neanîn de benda 2’yemîn a xala 10’emîn a peymana bi dewletên alîgir re kirî esas girt û têkildarî binpêkirinan daxuyanî da. Ev helwesta CPT’yê di mijara Îmraliyê de helwesta wê ya cihekar raxist li ber çavan.    NY’YÊ PIRSA ÎMRALIYÊ LI TIRKIYEYÊ KIR   Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 18’ê hezîranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê dest pê kirin. 4 rêxistinên civakî yên sivîl ên ji Tirkiyeyê raporeke ji 49 rûpelan pêk dihat amade kirin û pêşkêşî komîteyê kirin. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din diqewimin cih girtin.    Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya van raporan de destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyê deyne û biryarên îxlalkirinê yên hatin dayîn bi cih nayên anîn û ji Tirkiyeyê xwestin ku sedemên vê rewşê rave bike. Alîkarê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Dadê Fatîh Gungor ê li ser navê şandeya tirk axivî, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsên raportorên taybet bersivand. Gungor îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got ku berovajiyê raporên gelek saziyên sivîl, li girtîgehan rejîmek tecrîdê nîne. Gungor da zanîn ku hevdîtinên li Îmraliyê ji ber “qedexeyan” tên astengkirin û cezayên dîsiplînê yên tên dayîn û qedexeyên parêzeran parastin.    SENATOR JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIR   Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şand. Savoldelli, di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bên dayîn. Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.     MA / Îbrahîm Irmak