Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn 2024-07-25 09:11:04   ÎZMÎR - Piştî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn. Endama OHD’ê Fatma Demîrer, anî ziman ku ji bilî sewqan parastinên girtiyan, nîşeyên şexsî û pirtûkên wan hatine desteserkirin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê binpêkirinên li ser girtiyan didomin. Binpêkirin beriya 3 mehan bi guherîn midûrê girtîgehê re zêdetir bûn. Ji bilî sewqkirina gelek girtiyan a girtîgehên cuda, tiştên girtiyan tên desteserkirin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi muwekîlên xwe yên girtî re hevdîtin kirin.    Yek ji girtiyê ku parêzeran pê re hevdîtin kirin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Vedat Çinat Altan da zanîn ku daxwaza wî ya guhertina qawişê nehatiye qebûlkirin. Daxwaza Altan bi hinceta ku Hidir Alî Kiliç û Bîrkan Polat ên dixwaze biçe cem wan bi sûcdariya “rêxistineke” din tên darizandin hatiye redkirin. Lê hate zanîn ku girtiyê din ê li odeya Kiliç û Polat jî ji ber dozeke cuda tê darizandin. Hate ragihandin ku ji bo girtî vê rewşê protesto bikin bi navber çalakiya derî lêxistinê kirine û li ser vê yekê cezayê şermezarkirinê wergirtine. Hate parvekirin ku îdareya girtîgehê di çarçoveya talîmatên wezaretê tevdigere.    SEWQ KIRIN   Di serê binpêkirinên li girtîgehan sewq tên. Ewilî ji Zekî Bayhan re gotin dê bibin Antalyayê. Lê Bayhan di 9’ê tîrmehê de sewqî Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê hate kirin. Mehmet Salîh Atli hefteyekê beriya Bayhan bêyî ku firsendê bidinê tiştên xwe amade bike sewqî girtîgeheke din hate kirin. Hatîp Aşan tevî temenê xwe yê pêşketî û nexweşiyên xwe sewqî Samsûnê hatekirin. Aşan li girtîgeha ku sewqkirinê rastî mûameleya xerab û tundiyê hat. Îdareya Girtîgeha Hejmara 2’yan a Kiriklarê têkildarî sewqan ji parêzeran re got ku “Rewşeke awarte heye”. Her wiha hate gotin ku sewq bi fermana wezaretê hatine kirin.    ‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Yek ji parêzerên OHD’ê Fatma Demîrer, da zanîn ku ji bilî sewqan parastinên girtiyan, nîşeyên şexsî û pirtûkên wan hatine desteserkirin û anî ziman ku ev rewş li dijî hiqûqê ye. Demîrer, wiha domand: “Têkildarî vê bi dehan biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Tevî vê yekê jî îdareya girtîgehê bi awayekî keyfî van pêkanînan didomînin. Îdareya girtîgehê lêgerînan bi gardiyanên ku dixwazin provokasyonê derxînin re dike. Gotinên muwekîlan jî di vê çarçoveyê de ne lê rewş nayê guhertin.”   Demîrer, da zanîn ku di nava 10 rojan de gelek girtî bêyî daxwaza xwe hatine sewqkirin û bi lêv kir ku gelemperiyê Îzmîrê jî nêzî 30 girtiyan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Demîrer, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev rewşe dide nîşandan ku di demên dawî de li girtîgehan rewşeke awarte heye. Sewqkirina 30 girtiyan a bêyî daxwaza wan a ji ber sedemên awarte dijhiqûqî ye. Divê îdare dest ji van pêkanînên keyfî û dijhiqûqî berde.”