Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye 2024-07-25 09:12:41   ÊLIH - Hate zanîn ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di berdela deynê şaredariyê yê bacê de Baxçeyê Milet dewr kiriye.    Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di tîrmeha 2023’yan de di berdela deynên şaredariyê yên bacê de Baxçeyê Milet dewr kiriye. Qeyûm Baxçeyê Milet ê weke 15 donim hatiye hesabkirin û metreçargoşeya wî ji 4 hezar û 500 lîreyî hatiye hesabkirin li dijî deynê bacê yê 68 milyon û 53 hezar û 5 lîreyî dewrî Serokatiya Daîreya Bacê ya Bajêr kiriye. Ev yek di biryara Meclisa Şaredariyê ya ji tayîkiriyan pêk dihat de jî cih digire.    JI BANKAYA ÎLLERÊ HATE BIRÎN    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi deynê bacê yê 71 mîlyon û 267 hezar û 52,98 lîreyî şaredarî dewr girt. Deynê navborî heta meha tîrmehê 105 mîlyon û 884 hezar û 777 lîreyî zêde bû. Daîreya Bacê di dema qeyûm de têkildarî dayîna deyanan neketiye nava tu hewldanan lê piştî şaredarî derbasî DEM Partiyê bû serî li Bankaya Îllerê da. Daîreya Bacê di nivîsa ku şandî de xwest ku şûna şaredariyê pere ji wan re bê şandin. Di çarçoveya daxwazê de 99 mîlyon û 884 hezar û 777 lîre pereyê ku divê ji hesaba şaredariyê re hatibûya veguhastin hat birîn. Deynê mayî jî hêj disekine.”   MA / Fethî Balaman