Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan 2024-07-25 09:47:17   STENBOL - Derhêner Omer Leventoglû û kameracan Huseyîn Alturk hatin berdan. Hat zanîn Leventoglû û Alturk bi hinceta tîşortên li ser wêneyên Selahattîn Demîrtaş hene, hatine binçavkirin.     Derhêner Omer Leventoglû û kameravan Huseyîn Alturk duh bi wesayîta taybet, ji Amedê ber bi Stenbolê ve rê ketin û di saet derdora 18.00’an wesayîta wan ser rêya Sakarya-Kocaeliyê hate sekinandin û hatin binçavkirin. Piştî ku agahî ji hevalên xwe re şandin, ji Leventoglû û Alturk 6 saetan agahî nehat girtin. Parêzerên ku ji bo agahiyekî jê bizanibin Midûriyeta Polîsan ên Kocaelî û Sakaryayê geriyan. Ji parêzeran re hat gotin ku Leventoglû û Alturk ne di bin çavan de ne.    Piştre hat zanîn ku Leventoglû û Alturk di Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê de tên ragirtin. Hat zanîn ku Leventoglû û Alturk ji ber 4 tîşortên wêneyên Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser ên di wesayîtê de, hatine binçavkirin.    Polîsan dest danî ser tîşortan, Altûrk û Leventoglû jî piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.