Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin 2024-07-25 10:01:10   AMED - Welatiyên li Amedê ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê bi bertek in, îşaret kirin ku hevkariya PDK’ê bi gelê kurd dide windakirin û banga “ji xeletiyê vegere” li PDK’ê kirin.    Êrişên dewleta tirk ên li çoltera navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê ya Herêma Kurdistana Federe didomin. Ji ber êrişên dewleta tirk a li herêmê noxteyên kontrolê û baregehên nû avakirin gelek kes neçar man ku ji gundên xwe derkevin. Me têkildarî êrişên bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin, mîkrofona xwe dirêjî welatiyên li Amedê kirin.    BERTEKA KOLANAN   Aslan Demîrkol anî ziman ku desthilat ji polîtîkayên şer sûdê digire û îşaret kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1980’yan û vir ve partiyên dibin desthilat bi van polîtîkayan tevdigerin. Demîrkol, destnîşan kir ku gelê kurd şer naxwaze.    Salîh Kizil jî anî ziman ku dewleta tirk li Herêma Kurdistanê dewlemendiyên xwezayî hedef digire û bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da. Kizil di berdewama axaftina xwe de wiha got: “PDK niha ji kurdbûnê derketî ye. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re tevdigere. Holdîngên wan hene. Bûne esîrên wan holdîngan. Tirkiye çima ketiye rojavayê Kurdistanê? Ji Kerkuk û Mûsilê heta Behraspî du xetên boriya neftê hene. Ji axa Kurdistanê re derbas dibin. Ji bo ku wê asteng bikin her tiştî dikin. Malbata Barzanî MÎT’a dewleta tirk e.”   ‘JI XELETIYÊ VEGERIN’    Mahmût Mîntaş, bal kişand ku 50 sal in şer û pevçûn berdewam dikin û wiha got: “Tenê dixwazin gelê kurd ji holê rabe. Kurdan çi kiriye ku vê dijminatiyê dikin? Kurdan dikujin digirin. PDK jî dijminê qewmê xwe ye.”    Mecît Tûrgay jî diyar kir ku êrişên li dijî Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin û anî ziman ku helwesta PDK’ê dê bi gelê kurd bide windakirin. Tûrgay ê got ku “Tirkiyeya li tu deran mafê azadiyê yê kurdan nas nake, dê Mesûd Barzanî nas bike?” Banga  “ji vê xeletiyê vegerin” li Malbata Barzanî kir.    Tarik Hanazay ê got ku “Em naxwazin PDK bibe dijminê me” jî anî ziman ku sedemê hevkariya PDK’ê berjewendiyên wê bi xwe ne. Hanazay, wiha domand: “Em dibêjin bila aştî û azadî pêk were. Bila kurd nebe dijminê kurd. Bila yekitiya kurdan çêbibe.”   Mûrat Seyyar, anî ziman ku dewleta tirk bi êrişan destkeftiyên gelê kurd hedef digire û wiha axivî: “Dixwazin kurdan li ser vê erdnîgariyê ji holê rakin. Lê nikarin ji holê rakin. PDK çima ji gelê xwe re evqas neyar e? PDK tu li pey çi yî? Tu jî weke Erdogan li pey seltenatê yî? Hûn ji kurdan çi dixwazin?”   Seyyar ê ji rêxistinên kurdan re banga “yekitiyê” kir, ev tişt gotin: “Bes e êdî ev xwîn dê heta kengî birije? Hema bêje dê niha li Kurdistanê şûna neftê xwîn derkeve.”   ‘ŞER BERDEWAMA TECRÎDÊ YE’     Ramazan Işik, anî ziman ku êrişên dewleta tirk berdewama tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku li dijî her cure şerî ye. Işik, bal kişand ku hêzên paramîlîter û pêşmerge di heman eniyê de cih digirin û vê rewşê qebûl nakin û got: “PDK dijminatiya kurd dike.” Işik, wiha domand: “Ev helwestên dijminane ji bo çi ne? Êrişî Sûriyeyê Iraqê dikin. Ji bo çi? Tenê ji bo ku kurd daxwaza mafekê nekin.”    Işik, destnîşan kir ku bi şerî nikarin bigihin tu derê û divê bi siyasetê pirsgirêk bên çareserkirin.    Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî bi lêv kir ku di şer de sivîl tên kuştin û wiha got: “Mafê kesê nîne ku bikeve axa hin kesên din û wan bikuje. PDK jî neheqiyê dike. Divê mirov heqaretê qebûl neke.”