Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an 2024-07-25 10:39:21   ÇEWLIG - Hejmara kesên di êrişa bi kêran a tiryakkêş Emîr Can Zazaoglû de derket 4’an.    Hejmara kesên li Çewligê di êrişa bi kêran a tiryakkêş Emîr Can Zazaoglû de jiyana xwe ji dest dayîn derket 4’an. Fîkrî Carfî û Ozcan Aydin ên di bûyerê de birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Tedawiya 5 kesên birîndar a li nexweşxaneyê didome.    ÇI BÛBÛ?   Kesê bi navê Emîr Can Zazaoglû (19) ku tê gotin tiryakkêş e, duh li derdora Hala Kevin a li Taxa Bahçelîevler a Çewligê bi kêran êrişî welatiyên derdorê kir. Di êrişê de Erdal Çaparlar (45) û Burhanettîn Budancamanak (75) jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn.    Piştî bûyerê polîsan êrişkar li derdora depoya avê binçav kirin. Êrişkar ji hêla dadgeriya cezayên sulhê ya nobedar ve hate girtin. Midûriyeta Emniyetê ya Bajar duh di daxuyaniya xwe de gotibû ku êrişkar tiryakkêş e.