Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir 2024-07-25 12:00:43 WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan destnîşan kirin ku ew ji bo plansaziya Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a pêşeroja bajêr amade bikin, hatine cem hev û wiha gotin: “Em dixwazin mînaka neteweya demokratîk li bajarê xwe ava bikin.”   Komxebata Stratejîk a 2025-2029’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li otelekî bajar dest pê kir. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal, Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li komxebatê bûn.    Hevşaredar Neslîhan Şedal axaftina destpêkê ya komxebatê kir. Şedal destnîşan kir ku ew ji bo paşeroja bajar xebat û plansaziyên girîng amade kirine û wiha got: “Bi qasî ku aqlekî hevpar neyê meşandin, dê serkeftin çênebe. Em dixwazin bi hemû pêkhateyên bajar ve plansaziya paşeroja vî bajarî amade bikin û bi rê ve bibin. Pêdiviyên Wanê yên bingehîn çi ne, em ê van pêdiviyan çawa çareser bikin, em ê li vê derê diyar bikin. Em ê bi hev re bixebitin û plansaziya 5 salan bikin. Em ê bi aqlê hevpar, guhdariya her kesê ku dixwaze biaxive bikin û vê pêvajoyê bi hev re bi rê ve bibin. Ev bajarê me ye û ji me bêhtir tu kes nikare çareser bike. Divê ji bo vê yekê jî em dest bidin destê hev.”    ‘GELÊ ME BI SER KET, DORA ME YE’   Şedal da zanîn ku bajar 8 salan bi destê qeyûman hatiye birêvebirin û îradeya gel tune hatiye hesibandin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hilbijartina 31’ê Adarê ji qeyûman re bû bersivekî girîn. Em ji bo serkeftina di 14 navçeyan spasiyên xwe ji gelê xwe re dişînin. Ev serkeftin ya jinan, ciwanan û hemû waniyan e. Gelê Wanê bi ser ket û ji vir şûnda jî dora me ye. Dema em plansaziya bajar dikin em ê texrîbatên 8 salan jî bidin ber çavan. Em di hemû mijarên wek, çand, ziman, zarok, jin, ciwan, jiyana civakî, bajarvanî, binesazî, xizanî, ekolojî, veguherîna bajar û hwd. xebatên xwe bi hev re diyar bikin.”    ‘ARMANC PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’    Piştre hevserok Abdullah Zeydan axivî û diyar kir ku dê hemû welatiyên li bajar dê bi ser rêvebirina bajar bibe xwedî gotin û ev tişt gotin: “Di pêvajoya pêşiya me de divê ferasetekî ku guhdariya her kesî dike serwer bibe. Em pê bawer in ku dê ev hevdîtin fêdeyekî mezin bide paşeroja bajar û dê ev pêvajo bi fikr û nêrînên cuda bibe aqlekî hevpar û encam bibe. Mînaka neteweya demokratîk a em bi salan e diparêzin, dixwazin li bajarên xwe ava bikin. Mixabin ji ber xespa qeyûm pirsgirêkên salan nehatine çareserkirin. Nêzî 9 mîlyar lîre qer hatiye hiştin, pere ji kesên ku xizmetê nekirine re hatine pêşkeşkirin. Tevî van bêderfetiyan me tu kesê ku ji me daxwaz kirine, bêyî bersiv neşand. Em ê ji îro şunde jî xebata ji me tê xwestin pêk bînin.”    Piştî axaftina hevserokan, encamnameya komxebata jinan a 20’ê tîrmehê ya roja şemiyê hatiye lidarxistin, hate xwedin. Komxebat dê du rojan bidome û dê pêkhateyên li bajar fikr û pêşniyarên xwe pêşkeş bikin.