AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da 2024-07-25 13:48:18   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di nav 4 hezar û 128 serlêdanên tekekesî yên 3 mehên destpêka sala 2024’an de, 529 biryarên binpêkirina mafan da.    Dadgeha Mafên Mirovan (AYM) li gorî mijaran biryarên têkildarî serlêdanên hatine kirin, agahî parve kirin. Li gorî daneyan AYM’ê di nava 3 mehên sala 2024’an de di 529 dosyeyan de biryara “herî kêm binpêkirinekî mafekî” da. Di 3 mehên îsal de 4 hezar û 128 serlêdanên takekesî hatin kirin. Li gel serêdanên berê hatine kirin û hêj derbarê wan de biryar nehatine dayîn bi giştî 18 hezar û 907 serlêdan hatine kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji adara 2013’an ber bi adara 2024’an bi giştî derbarê 73 hezar û 89 dosyeyan de biryara binpêkirina mafan da.    DARIZANDIN DI DEMA MAQÛL DE NEHATINE KIRIN    Di daneyan de hat diyarkirin ku herî zêde di mafê darizandina dema maqûl de, binpêkirina mafan tê jiyîn. Dadgeh derbarê 56 hezar û 443 serlêdanên takekesî de biryar da ku darizandin di demekî maqûl de nehatine kirin. Ev hejmar di nava rêjeya binpêkirina mafan de ji sedî 76 e.    Li gorî daneyên AYM’ê herî zêde binpêkirin di mafên “darizanina di dema maqûl de”, “darizandina adîlane”, “mafê milk” û “azadiya xwe îfadekirinê û azadiya ramanê” hatine jiyîn.