Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket 2024-07-25 13:59:08   HATAY - Di konteynerên mexdûrên erdhejê yên li Hatayê de şewat derket.    Li Navenda Jiyanê ya Demkî ya Bogazliyan a li navçeya Kirikhan a Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê hatibû avakirin de ji ber tesîsata ceyranê şewat derket. Komên tenduristî û agirkujiyê li herêmê hatin sewqkirin. Şewat, di demekî kin de li konteynerên derdorê belav bû. Komên agirkujiyê mudaxile kirin û şewat vemirandin.    Ji ber şewatê 10 konteyner şewitîn.