Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-07-25 14:18:44   ŞIRNEX - Bi hinceta ku dîmenên leşkerên li navenda Şirnexê hatine veguhestin parve kiriye, derheqê rojnameger Omer Akin de lêpirsîn hate destpêkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Akin di hilbijartinên 31’ê de li navenda Şirnexê hilbijartin dişopand. Bi hinceta ku dîmenên leşkerên di roja hilbijartinê de hatine veguhestin parve kiriye, derheqê Akin de lêpirsîn hate destpêkirin. Lêpirsîn, ji hêla Şaxa Sûcên Çapemeniyê ya Bakirkoy a Stenbolê ve hatiye destpêkirin. Akin, di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê îfade da. Pirsa dîmenên leşkeran ji Akin hate kirin. Lê belê nehat gotin bê ka lêpirsîn ji ber kîjan xalê hatiye destpêkirin.