Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir 2024-07-25 15:38:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê girtiyê kurd Kameran Şêxe îdam kir.    Rejîma Îranê girtiyê kurd ê bi navê Kameran Şêxe (39) bi darve kir. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku Şêxe ji Mahabadê bû û îro hatiye bidarvekirin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kameran Şêxe di 7’ê kanûna 2009’an de bi îdiaya endamtiya komeke mezhebperest hatiye girtin. Her wiha hat gotin ku Şêxe beriya darvekirinê bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.