'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’ 2024-07-25 17:11:36   COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeteke darbekar, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelên Tirkiyeyê ye.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û bûyerên piştre qewimîn de rapor amade kir. Rapor bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û rêveberên ÎHD’ê jî tev li bûn. Rapor, ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin.    Keskîn beriya daxuyaniyê axivî û got ku helwesta aqil û îradeya dewletê ji sala 1923’yan heta niha didome. Keskîn, wiha got: “Îradeya gelê kurd tune hesiband û şaredarî xesp kir.” Keskîn, anî ziman ku tevî doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hebû jî namzetiya wî hatiye qebûlkirin û cezayekî neheq lê hatiye birîn. Keskîn, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Tevahiya kurdên têkoşîna mafan dimeşînin û di siyasetê de cih digirin doz lê hatine vekirin. Em li ser vê xakê weke dîlgirtiyan dijîn. Tevî vê jî têkoşîna me didome.”    'BIRYAREKE SIYASÎ YE’    Piştre jî rapor hate xwendin. Çapraz, da zanîn ku Akiş bi hincetên razber ên wezareta karên hundir hatiye girtin û wiha got: “Wezareta karên hundir hûrgiliyên lêpirsîna derheqê Akiş de li ser medyaya dijîtal parve kir. Ev yek, binpêkirina karîneya bêgunehiyê ye. Wezaretê xwe xistiye şûna meqamên lêpirsîn û darizandinê û dosyayên lêpirsîn û teqîbatê weke hinceta tayînkirina qeyûm nîşan daye. Ev biryar, ne biryareke hiqûqî lê ya siyasî ye. Hêj di soyayê de biryar nehatibû dayîn, karîneya bêgunehiyê tune hat hesibandin û mudaxileyî serbixwebûna dadgehê kirin.”    'LI DIJÎ VÎNA GEL DARBE HAT KIRIN’   Çapraz, got ku AKP ji sala 2016’an ve qeyûman tayîn dike û di her serdemê de jî di hilbijartinan de têk diçe. Çapraz, wiha domand: “Qeyûm, amûra darbeya siyasî ya li dijî îradeya demokratîk a gel e û dîsa serî li vê rêbazê dan. Tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeta darbekar ne tenê li dijî vîna gelê Colemêrgê, her wiha hewldana xespkirina vîna tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê tavilê ji vê sepana li dijî demokrasiyê vegerin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî zêde divê bi lezgînî bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin pirsgirêka kurd e lê li şûna çareseriyê, li şaredariyan qeyûm tê tayînkirin. Ev jî çareseriya meseleya kurd bêhtir tevlihev dike.”    MUDAXILEYA LI DIJÎ MAFÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ    Bi domdarî Çapraz, got ku îktîdar îradeya gelê kurd nas nake û gelê kurd rastî pratîkên îktîdar û dewletê yên cihêkar tê. Çapraz, destnîşan kir ku mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Li bajarên piranî kurd lê dijîn sepana qeyûm di dewrê de ye û ev sepan bi têgehên razber û terorê tên mayindekirin. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, ji hêla mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê ve balkêş e.”    BANGA PAŞVEKIŞANDINA QEYÛM    Çapraz, got ku avakirina pergalake demokratîk berpirsyartiya her kesî ye û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîran kir ku li dijî sepana tayînkirina qeyûman derkevin. Çapraz, xwest ku îktîdar biryara tayînkirina qeyûm paşve bikişîne.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN HATINE KIRIN    Çapraz, da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm, li Colemêrg û bajarên Bakur ji bo 10 rojan qedexeya çalakî û xwepêşandanan ketiye meriyetê û polîsan destûr nedane ku endamên meclisa şaredariyê bikevin hundir. Çapraz, got ku wezareta karên hundir “karîneya bêgunehiyê” ya Akiş binpê kiriye, DEM Partî ya dixwest biryarê protesto bike hatiye dorpêçkirin û ketin û derketin hatine qedexekirin.    Çapraz, daxuyand ku parlamenterên çalakiya rûniştinê li dar xistin hatine dorpêçkirin; destûr nehatiye dayin baroyên herêmê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin; li dijî çalakiya parlamenteran bi gaz û ava şid êriş hatiye kirin; 2 rojnameger ji ber mudaxileyê bibandor bûne û rakirine nexweşxaneyê; polîsan ji nêz ve gaza îsotê li şandeya ÎHD’ê, parlamenter, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl reşandiye; di mudaxileya polîsan de kal, astengdar û jin rastî tundiya polîsan hatine; di dema mudaxileyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, endamê MYK’ê Hamdî Bayhan, Sekretera Şaxa Colemêrgê Pinar Şen û endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin ji mudaxileya bi gaz û ava şid bibandor bûne; piştî mudaxileyê 2 jê zarok 4 kes rastî tundiya polîsan hatine; ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi îşkenceyê hatine binçavkirin û di dema çalakiya rûniştinê de destûr nehatiye dayîn şandeya ÎHD’ê lêkolîn û hevdîtinan bike.    'POLÎSAN TILIYA PARLAMENTERE ŞIKANDIN’    Di berdewamê de Çapraz da zanîn ku di dema danişîna biryarê ya Akiş de edliye bi têlên direhî hatiye pêçandin; polîsan edliye dorpêç kirine; li serê her kolanê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin; destûr nehatiye dayîn kesek biçe pêşiya edliyeyê; komên cendirmeyan li kolanan geriyane; li avahiya edliyeyê parêzer 3 caran di kontrola nasmayê de derbas bûne; destûr nehatiye dayîn parastvanên mafên mirovan û parlamenter beşdarî danişînê bibin û tiliya Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak ji ber derba polîsan şikestiye.