Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin 2024-07-25 17:12:35   RIHA - Li Wêranşarê di çarçoveya biryara Meclisa Şaredariya Wêranşarê de ji bo pêkhateyên bajar ên cuda aktîf rol bigirin dê Konseya Bajar were avakirin.    Meclisa Şaredariya Wêranşara Rihayê di civîna meha gulanê de bi koordînekirina Hevserok Bedriye Yorgûnê de biryara avakirina Konseya Wêranşarê dabû. Ji bo Konseya Bajar Komîsyonên Gel-Baweriyan, Saziyên Civakî yên Sivîl (STK), Odeyên Pîşeyan û Têkiliyan têkildarî mijarê, bi kesên zana û xwedî tecrûbe re hatin cem hev. Piştre ji bo delege werin diyarkirin xebat hatin meşandin.    Di çarçoveya van xebatan de bi keyayên taxan, ciwan, jin, sendîka, komele, odeyên pîşesaziyê, baro, kûlup, noter, kes û nûnerên saziyan re civîn hatin lidarxistin. Di civînan de hat destnîşankirin ku ji bo bihîstina dengê gel û çareserkirina tiştên tên ziman Konseya Bajar bingeha xurt e û hat gotin ku divê ev biryar jî di bin kontrola xwezayî ya Rêxistinên Civakî yên Sivîl de be.    DÊ LIJNEYA GIŞTÎ KOM BIBE   Komîsyona Amedekar a Konseya Bajar di encama civînan de hin nav rêz kirin û biryar da ku di navbera 27 û 28’ê tîrmehê de li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê de yekem civîna Lijneya Giştî were lidarxistin. Konsey dê lijneya yekem a giştî de bi rojeva serokê konseyê, meclisên jin û ciwanan, û komên xebatan avakirinê bicive. Hevşaredar Yorgûn têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Hemû gelê me bi ziman, ol, rengê çanda xwe vexwendiyê vê şahiya demokrasiyê ye. Em li benda tevahiya gelê xwe ne.”     KONSEYA BAJAR ÇI YE?   Konseyên bajaran mekînazmaya ku saziyên civakî yên sivîl, keya, nûnerên partiyên siyasî û derdorên cuda ava dike ye. Herwiha konsey delegeyên ji derdorên cuha hatine hilbijartin, bi ser jiyana bajar, nûkirin, û feraseta bajarvaniyê disekinin, maf û hiqûq bajar biparêzin,  ji bo pêşveçûna bajar domdar bikin, hestiyariya bajar ava bikin, pêvajoyên piştevanî, hesappirsîn û hesabdayînê ava dikin, ji xwecihî xwe bi rê ve dibin, ser van mijaran dibin xwedî gotin. Herwiha bi nêrîna jinê, ekolojiyê, ciwanan, zarokan, berastengdaran nêzî mijaran dibe û hemû derdorên demokratîk ên civakê tev li pêvajoya biryardayînê dike.