Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn 2024-07-25 18:57:20   MÊRSÎN  - Endamê OHD’ê Şevket Berk bi lêv kir ku ciwanên li Mêrsînê kirin hedef bi fermanê hatine girtin û ev agahî parve kir: “Ciwanên ku li cihê bûyerê nebûn jî hatine girtin.”    Li Mêrsînê 9 ciwanên kurd li ber Behra Spî govend gerandin, dirûşm berz kirin û dîmenên xwe li ser hesabên medyaya dijîtal parve kirin. Ciwanên hedef hatin nîşandan hatin girtin. Ciwanên bi navên Elmascan Ferhat Kaygin, Halîl Ozturk, Ramazan Ozturk, Ugur Ozturk, Mahmût Gumuş, Serdar Amaç, Talha Yilmaz, Mehmet Salih Amaç û Muhammet Emîn Amaç ên hatin girtin û şandin girtîgehê. Mehmet Salîh Amaç ê hate îdiakirin ku di nava kesên ku govend gerandine de ye, ji ber sûcekî din li girtîgehê tê ragirtin. Di çarçoveya vê dosyayê de jî derbarê wî de biryara girtinê hate dayîn.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şevket Berk, diyar kir ku ji muwekîlên wî Oktay Salman û Serdar Amaç di nava kesên ku govend gerandine de nînin û anî ziman ku tevî ev yek îspatkirin jî derbarê wan de biryara girtinê hate dayîn.    BIRYARÊN BERAETÊ BIBÎRXISTIN     Berk, diyar kir ku ciwan di bin çavan de rastî mûameleya xerab hatine û bi lêv kir ku bi zexta medyayê ev doz bi hesastiyeke zêde hate li dar xistin. Berk, bi bîr xist ku derbarê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” de gelek biryarên beraetê hatine dayîn û ev dirûşm di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê hatiye nirxandin.     ‘KESÊN DI VÎDEOYÊ DE CIH NEGIRTIN JÎ HATIN GIRTIN’     Berk, diyar kir ku ciwanên ku di dîmenî de cih nedigirtin jî hatin girtin û tevî ku ev îspat kirin jî biryareke wiha hate dayîn. Berk, da zanîn ku bi vê yekê li holê ye ku “ferman hatiye dayîn” û got: “Yekane daxwaza me ya li vir ew e ku bi rastî jî hiqûq were bi cih. Dema hiqûq pêk hat, em jî dê karê xwe bi cih bînin. Ew jî dê karê xwe bi cih bînin û edalet dê bi cih were.”   MA / Abdulkadîr Ayten