Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan 2024-07-25 20:07:04   ÇEWLÎG - Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ên li Çewligê tev li şîna kesên ku ji aliyê ciwanekî tiryakkêş ve hatin kuştin bûn, bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan.    Li navenda Çewligê Emîr Can Zazaoglû yê tiryakkêş û tevî midûriyeta polîsan hate agahdarkirin nehate kontrolkirin 5 kes qetil kirin. Şandeya ku ji pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk (DEKÛP) û hevşaredaran pêk dihat serdana şîna kesên hatin qetilklirin ku li cihên cuda hatibûn danîn kirin û ji malbatan re sersaxî xwest. Şandeyê serdana birîndarên li nexweşxaneyan jî kir û daxwazên xwe yên başbûnê ji wan re ragihandin.    Şandeyê piştî serdanan, li ber avahiya DEM Partiyê ya Çewligê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ewilî parlamenterê bajêr Omer Farûk Hulaku axivî. Hulaku, anî ziman ku ji ber bûyera qewimî hem xemgîn in hem jî bi hêrs in. Hulaku, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet Tirkiye û Kurdistan kirine çirava tiryakê û xwest ku li wêneyên ku Wezîrê Karên Hundir ê berê bi tiryakkêşan re kişandiye binêrin. Hulaku, diyar kir ku dema daxuyaniyekê didin bi sedan polîs tên û wiha got: “Mudaxileyî kesê ku 15-16 welatî birîndar kirin nehate kirin. Walî û midûrê polîsan ên vî bajarî her carê dibêjin ‘me ewlehî pêk anî ye’ lê me dît ku tiştek pêk neanîne. Li vir karesatek pêk hat lê ji bo ku tiştên wiha çênebin divê em têbikoşin.”   ‘WALÎ Û MIDÛRIYETA POLÎSAN BERPIRSYAR IN’     Parlamenterê DEM Partiy3e yê Bedlîsê Huseyîn Olan ê sersaxî ji malbatan xwest, diyar kir ku tevî ku malbata êrişkar gelek caran serlêdan kiriye jî waliyê bajêr tu bergirî negirtine û wiha got: “Berpirsyarê vê komkujiyê walî û midûrê polîsan ên bajêrî ne. Ji ber ku komkujiyeke li ber çavan e. Ne pêkane ku ev bê qebûlkirin. Em dizanin ku tiryak kengî û çawa li erdnîgariya Kurdistanê belav bûye, kesên têkilî tiryakê bûne, bazirganên wê û kesên bi balafiran vediguhestin jî dizanin. Ji ber wê yekê ev bi zanebûn hatiye kirin. Dixwazin ciwanên me bikevin nava vê çiravê. Em ê şopdarên vê bûyerê bin. Em ê li pey kesên ku îhmalkariya wan di vî karî de hene bin. Îro seranserekî cadeyê bi polîsan tejî bûye, bi dehan kamera me dikişînin. Dema duh mirov bi kêrê dihatin kuştin hûn li ku bûn? Kesên ku kamerayan dikişînin hûn li ku bûn. We ev paşguh kir. Berpirsyar hûn in. Em ê pey vî karî bernedin.”   Endama TJA’yê Emîne Çaylakê jî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.     Sonrasında yapılan konuşmalarda da özel savaş politikalarına dikkat çekilerek, buna karşı mücadelenin büyütülmesi çağrısında bulundu.