Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş 2024-07-25 20:17:09   DÊRSIM - Li Mîhrîcana Mûnzûrê desteserkirina îradeyê hate şermezarkirin û bi dirûşmeya “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” meş hate li dar xistin.     22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ve tê lidarxistin, bi meşa li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê berdewam kir.    Meşa ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera bajêr Ayten Kordû, Hevşaredarên Bajêr Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî  û bi sedan kes tev li bûn, li ber avahiya Şaredariya Dêrsimê dest pê kir û heta Parka Mamekiyê bi çepik û tilîliyan pêk hat.    Girseya ku pankarta “Em ê destûrê nedin xespa xwezaya xwe û îradeya xwe” hilgirt, her tim dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye dê ya me bimîne” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” hatin berzkirin.