Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin 2024-07-25 21:06:29   MÊRDÎN - Li Geliyê Xursê di navbera du malbatan de ji ber erd şer derket, di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Çelebiyan ê li Geliyê Xursê yê navçeya Qoser a Mêrdînê ji ber erd dijminatî di navbera du malbatan de hebû. Nîqaşa îro ji ber erd di navbera her du malbatan de derket veguherî şerê biçekan. Piştî ku her du aliyan gule berdan hevdu, li gorî agahiyên ewil kesên bi navê Şakîr Aslan û Aslan Aslan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.    Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dan bi ambûlansan rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.     Cendermeyan gund dorpêç kirin, ketin û derketin qedexe kirin û hişyarî dan welatiyan ku ji malên xwe dernekevin.     Hate zanîn ku dijminatiya di navbera her du malbatan de ji ber zeviyeke tûtinê beriya nêzî salekê ji malbateke ne ji gund re hatiye firotin dest pê kiriye. Hate diyarkirin ku ji bo dijminatiya di navbera malbatan de bi dawî bibe beriya çend mehan hevdîtin hatine kirin lê encam nehatine wergirtin.