Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin 2024-07-25 22:25:35   AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Bazîdê de wiha got: “Em di serdemeke ku divê dengê aştî û edaletê bilind bikin de derbas dibin. Em ê bajêr bi bajêr, navçe bi navçe bigerin û rêxistinkirina vê bikin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edalet” de li eywaneke dawetê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê civîna gel li dar xist.  Ji bilî parlamenter û hevşaredaran gelek welatî beşdarî civînê bûn. Hatîmogûllari kesên tev li civînê bûn bi kurdî, tirkî û erebî silav kir.    Hatîmogûllari, bertek nîşanî binçavkirina stranbêjan a serê sibê ya di dawetê de ji ber cilên herêmî da û wiha got: “Wisa ji rêzê ev operasyon pêk neanîne, tevî ku navnîşanên malan di destên wan de hebûne jî yek bi yek li deriyên cîranan xistine, weke ku taxê tacîz bikin û operasyon li dar xistine. Me ev çîrok di salên 90’î de gelek dîtin. Dawetên ji ber kurdî û erebî bi ser de hatin girtin, zava û malbatên hatin binçavkirin. Ev desthilat qasî ku em dibêjin di pirsgirêka kurd de çareseriyeke demokratîk û aştiyane, weke ku aqilê xwe xwaribe bi hinceta cilên me yên herêmî bi ser dawetan de digire û dixwaze gelê kurd mehkîmî wê tarîtiya salên 90’î bike.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku qasî ku desthilat zextê dike gelê kurd bêtir xwe bi rêxistin kir û xwest ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.    ‘EM Ê BI BINDESTÊN WELAT RE BICIVIN’    Hatîmogûllari wiha domand: “Em îro li bajarê Ehmedê Xanî ne. Ji bo ku em kampanyaya xwe ya nan û edalet pêşvebibin îro em li Bazîdê li cem hev in. Em ê di serdemeke ku bihabûn û birçîtî zêde bûye de bi gelên xwe re, karker û kedkaran re civînan li dar bixin. Bêyî ku germa havînê guhdar bikin em ê biçin Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê. Em ê biçin bajarên din ên Kurdistanê. Em bi hilberîneran, cotkaran, dikandaran, jinên xizan û ciwanan re bicivin. Em ê bi kesên kaxizan kom dikin, teqawîdan, mamosteyên ku tayîna wan nayê çêkirin û hemû bindestan re bicivin.    DIXWAZIN GEL XIZAN BIKIN   Berî ku AKP bibe desthilat Tirkiye di îxracata çandiniyê de di nava welatên cîhanê de di rêza 9’emîn de bû. Lê dema em niha dinêrin Tirkiye, genim, pembû û berhemên van tekstîl, qûmaş, ta dezî her tiştî îthal dike. Heke li Agiriyê piştgiriya sewalkariyê bê kirin dê hilberîn kêm bibe? Tevî ku li her çar aliyê Kurdistanê evqas çêregeh hene we çima sewalkarî xelas kir? Ji ber ku armanca wan ew e ku gel xizan bikin, gelên Tirkiyeyê xizan bikin.”   ‘EM Ê NE TENÊ PIRSGIRÊKAN EM Ê PÊŞNIYARAN JÎ BIAXIVIN’     Hatîmogûllari, bi lêv kir ku di dema hevdîtinên kampanyaya xwe dê ne tenê pirsgirêkan li gel vê yekê pêşniyarên çareseriyê jî biaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partiyê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên aboriyê ku em diparêzin de divê ewilî nexweşxaneyeke baş li Agiriyê bê çêkirin. Divê teqez ji her mala ku pêdiviya wê pê heye mûçeyek bê girêdan, xizmeta perwerde û tenduristiyê ji aliyê cemaweriyê ve bi awayekî bê pere were dayîn. Em pirsgirêka nexweşxaneyê ya li Bazîd û Agiriyê baş dizanin. Ji ber ku niha nexweşxaneyeke baş nîne berê xwe didin Erziromê. Gelê Agiriyê bi zêdetirî ve heq dike. Divê îro mûçeyê kêmtirîn li Tirkiyeyê teqez nîviya sînorê xizaniyê be. Divê mûçeyê teqawîdan jî wiha be.”    ‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTÎ Û EDALETÊ BILIND BIKIN’    Hatîmogûllari diyar kir ku dizanin ka nan û edalet çiqas girêdayî hev in û girîng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Wateyeke ku ji şer re bêjin na heye. Ev desthilat ev dewlet gelan bi hev re dide şer kirin û keda me dixwe. Ji bo ku ev pêkanînên antî demokratîk bi dawî bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Em ê weke hevserok, endamên MYK, PM li gel rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan vê yekê birêxistin bikin.”