Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde 2024-07-25 22:54:29   STENBOL - Di nobeta qeyûm a li Qada Şîşhaneyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”   Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dane destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam kir.  Ji bilî welatiyên ku her roj hejmara wan zêde dibin û tên bahev, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, sazî û dezgehan tev li çalakiyê bûn. Welatiyên ku yek bi yek ketin qadê tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe kirin Di çalakiyê de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Her der Colemêrg her der berxwedan” , “Jin jiyan azadî” û “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” hatin berzkirin.    ‘DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê GELÊ KURD NAS NAKE’    Dayika Aştiyê Sabîha Bozan a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê vîna gelê kurd nas nake û wiha got: “Gelê kurd tercîha xwe kir û îradeya gel Mehmet Siddik Akiş hilbijart. Lê desthilata AKP’ê û MHP’ê vîna gelê kurd nas nekir. Ne tenê di hilbijartinan de li tu qadan gelê kurd nas nake.  Bozan, qala êrişên li Herêma Kurdistana Federe kirin û wiha got: “Em ji vir di heman demê de bang li PDK’ê dikin. Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”   ‘KESÊN KU ÎRADEYA GELÊ KURD NAS NAKIN EM JÎ WAN NAS NAKIN’     Endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Reşît Înce, destnîşan kir ku gelê kurd sed sal in li dijî faşîzmê têdikoşe û wiha got: “Kesên ku îradeya gelê kurd nas nakin em jî wan nas nakin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê demokrasiyê manîpule dike.” Înce, ketina dewleta tirk a li Herêma Kurdistanê weke “dagirkerî” penase kir û helwesta PDK’ê ya li dijî êrişên dewleta tirk weke “xayîn û xiyanetkar” penase kir. Înce, wiha domand: “PDK’ê êdî xet û rêya xwe xêz kiriye. PDK’ê di vê rêyê de xiyanet li gelê kurd kiriye. Êdî ev aşkere û zelal e.”   ’44 SAL JÎ DERBAS BIBIN EM Ê LI QADAN BIN’     Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilarê Nûrten Varlikê jî wiha got: “Gelê kurd û dostên wan qet di rûpelên reş ên dîrokê de cih negirtin. Her tim li dijî zalim û zordaran sekinîn. Di asta ku hatinê de êdî tu hêz nikarin me rawestînin. Ji ber ku em her tim li cem Roja xwe ne. Em li vir in ne 44 roj 44 sal jî derbas bibin em ê her tim li qadan bin. Çi dibe bila bibe em ê hêta dawiyê li ber xwe bidin.”