Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were 2024-07-26 09:06:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kakshar Oremar, diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê dixwaze herêmê dagir bike û got: “Divê demildest bangawaziya yekitiya netewî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku salên berê kiribû di vê pêvajoya dijwar de pêk were.”   Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe êriş dan destpêkirin. Êrişên dewleta tirk ku li ser herêmê ranewestiyan di meha Tirmehê de belavî qadeke berfireh bû. Tirkiye bi alîkariya PDK’ê li herêmê baregeh ava kirin û li ser rêyan noxteyên kontrolê dan ava kirin û nasnameya welatiyan kontrol dike. Dewleta tirk a bi alîkariya PDK’ê li herêmê li qadeke berfireh bi cih bûye, di meha tîrmehê de sewqiyata lêşkerî ber bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê da destpêkirin û meheke herêm tê bombebaran kirin. Di encama êrişên dewleta tirk de bi sedan gund hatin vala kirin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan.    Rojnameger Kakshar Oremar êrişên dewleta tirk ku heta niha berdewam dikin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Oremar, bi lêv kir ku Tirkiye bi armanca Mîsak-i Mîllî dixwaze herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê girîngiya yekitiya netewî destnîşan kir.    ‘TIRKIYE DIXWAZÊ XWE MAYÎNDE BIKE’   Oremar, bi lêv kir ku dewleta tirk amadekariya êrîşeke demdirêj dike û PKK’ê jî weke hincet nîşan dide. Oremar êrîşên dewleta tirk weke dagirkeriyê pênase kir û ev tişt gotin: “Armanca dewleta tirk xwe li vir mayinde bike ye. Ev 40 sal in êrîşên dewleta tirk ên li dijî PKK'ê berdewam in. Lê belê bi van êrîşan tu carî negihişt armanca xwe. Armanca Tirkiye ya van êrişên niha yek, di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de herêmeke tampon ava bike ye. Her wiha dixwaze statûya başûrê Kurdistanê ji holê rake. Helbet armanca Tirkiyeyê ya ji êrîşan tenê bi van sînordar nîne. Dixwazin zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê yên li başûrê Kurdistanê jî bi dest bixin.”    ‘ARMANCA TIRKIYEYÊ NEFT Û ÇAVKANIYÊN ENERJIYÊ NE’   Oremar bi lêv kir ku  neft û çavkaniyên enerjiya binerd ên li Rojhilata Navîn li Kurdistanê ne û ji ber vê yekê jî çavê Tirkiyeyê jî li vir e. Oremar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem li Başûr, hem li Bakur û hem jî li Rojavayê Kurdistanê gelek bîrên neftê hene. Çavê Tirkiyeyê li van bîrên neftê ye. Heke hûn bala xwe bidinê, dema ku Tirkiye tê herêmê, tenê weke hêzeke leşkerî nayê. Bi endezyar û zanyaran re tên herêmê. Li ser zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê jî lêkolînan dikin. Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya giran heye. Ji ber vê yekê ew di lêgerîneke wisa de ne ku krîza aborî derbas bikin. Ji bo tekiliyên xwe û dewletên Ewropayî baş bikin dixwazin bi petrolê pêşî li krîza aborî bigirin. Ji ber wê jî PKK'ê weke hincet nîşan didin. Lê armanca herî mezin a dewleta tirk a bi van êrîşan desteserkirina çavkaniyên enerjiyê yên bin erdê û qadên neftê ne.”   ‘DIVÊ STRATEJIYEKE HEVPAR BÊ AVAKIRIN’   Oremar, destnîşan kir ku divê hêzên kurd li dijî êrîşên dewleta tirk stratejiyeke hevpar ava bikin û wiha pê de çû: “Divê kurd van zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê bi stratejiyeke hevpar bêyî ku di destê Tirkiyeyê de bihêlin, bi rê ve bibin. Wek tê zanîn li Şirnexê bîreke petrolê heye. Ji ber vê yekê Tirkiye di hilbijartinan de giranî da ser Şirnexê. Sedema sereke dîsa petrola herêmê bû. Pêwîste vê rastiyê em bibînin û li gorî wê stratejiyek were diyarkirin. Heke kurd li dijî van armancên Tirkiyeyê bibin yek û bi aqil û stratejiyeke hevpar tevbigerin, wê di qada navneteweyî de di pozîsyoneke xurt de bibûna. PKK’ê ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî gelek caran bang li partiyên Kurdistanê kir. Lê PDK’ê qet guh neda vê bangê. Nakokiyên di navbera hêzên kurd de bi kurdan dide winda kirin. Ji ber van nakokiyan partiyeke Kurdistanî ya weke PDK’ê li dijî berjewendiyên Kurdan tevdigere. Gotineke kurdan heye: 'Em ji hev dû bi hezaran bikujin jî, dawiya dawî li hev hatin e.' Divê em ji vê gotinê ders bigirin. Ji bo vê jî pêwîste PDK dev ji polîtîkayên ne li gorî berjewendiyên kurdan berde. Her wiha pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê pêvajoya krîtîk de rola xwe bilîze.”   BANGA ABDULLAH OCALAN    Oremar, banga yekîtiya neteweyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji salên berê bi rê ya hevdîtinan di girtîgehê de anîbû ziman bi bîr xist û ev tişt got: “Ev bang di van demên êrîşan de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Heke îro PKK nemîne tu wateya PDK’ê  li cem dewleta tirk namîne. Ji bo vê jî divê PDK hemû polîtîkayên xwe ji bo serkeftina PKK’ê diyar bike. Peymana ku di navbera Îdrîs Barzanî û birêz Abdullah Ocalan de ku bingeha kongreya yekîtiya neteweyî ye, divê îro bi cih were. Çima PDK îro tevli vê kongreyê nabe? Her wiha nameya birêz Abdullah Ocalan ji Mesûd Barzanî re şandiye û di kongreyê de jî pêşniyara wî ya ji bo hevserokatiyê kiriye. Lê belê zextên Amerîkayê nehişt ku ev kongre bi ser bikeve. Kongreya neteweyî gaveke mezin bû. Lê mesele ji dewleta tirk derbas dibe. Ev kongre ji ber zextên Amerîkayê nekarî bigihije encamê. Heke em yekgirtî û bihêz bin, em dikarin serkeftî bin. Lê belê heke nakokî û pêvçûn di navbera me de hebin, hêzên navneteweyî jî me nahesibînin.”   'ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN E'   Oremar, di dawiya axaftina xwe de polîtikayên aborî yên PDK'ê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Pêwîste PDK baş bizane ku heke Tirkiye bigihêje armancên xwe statuya Başur jî namîne. Dema em li polîtikayên PDK’ê yên aborî û çandî ya 20 salên dawî dinêrin, em dibînin ku xeletiyên pir mezin hene. Têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re 14 milyar dolar e. Ziyanên vê îro bi zelalî xuya dibin. Çima navendên MÎT’a tirk li başûrê Kurdistanê hene? Ew li wir çi dikin? Rewş pir giran e. Gelek gund hatine valakirin. Tirkiye dixwaze bigihêje armanca xwe ya Mîsak-i Mîllî ya sed salan. Divê ev yek bi zelalî were dîtin. Armanc ne tenê PKK ye, statûya başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên kurdan e.”   MA / Mahmût Altintaş