Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan 2024-07-26 09:09:52   RIHA - Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku ji ber îşkenceyên di bin çavan de lê hatine kirin nexweşiya wî ya “helîna mejî” hate tespîtkirin, Eyup Sabrî Tînaş, wiha got: “Bijîjk diyar kir ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin, herî zêde 2 salên din dikare bijî.”   Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Piştî ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, Khlel Khlel (30) ê mirovê birayên Arslan di sala 2012’an de hate Rihayê û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. 5 kesên li ser îdiaya îstîxbarata “sûîqestê” ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin, 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin.    DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE    Di pêvajoya binçavkirinan de hate xwestin ku bi 5 kesan îfadeyên ku polîsan amade kiribûn bidin îmzekirin. Îşkence ya 11 rojan di rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve di 31’ê cotmeha 2019’an de hate amadekirin de jî cih girt. Di raporê de cih dan hûrgiliyên îşkenceyê jî.    5 kes piştî 11 rojan derxistin dadgehê û hatin girtin. Lê di îdianameya derbarê 5 kesan de hatiye amadekirin de îdiaya “sûîqestê” ya ji binçavkirinan re kiribûn hincet cih negirt. Gelek bûyerên di dîrokên cuda de li bajêr pêk hatine di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê îfadeyên di bin îşkenceyê de hatibûn wergirtin li ber çavan girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê, kuştina qestî ya plankirî” 3 cara cezayê hefsê yê muebeda girankirî li birayên hev Fevzî û Mehmet Kasim Arslanan û Khlel Khlel hate birîn. Li birayên Omer û Mehmet Haşim jî bi îdiaya “Madeyên xetere bê destûr li cem xwe didin peydakirin, hewldana kuştina bi plankirî, zirar dayîna malê cemaweriyê û kirîna guleyan a ji çekên bê ruhset re” 28 salan cezayê hefsê lê hate birîn.    Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê, di 19’ê sibata 2020’an de cezayên hatibûn dayîn pejirandin. Îtîrazî li Dadgeha Bilind hate kirin. Lê Dadgeha Bilind jî di 17’ê çileya 2024’an de ceza pejirandin. Parêzeran li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) dan lê hêj dosya li AYM’ê tê sekinandin.    TESPÎTA HELÎNA MEJΠ   Dema pêvajoya darizandinê berdewam dikir, Fevzî Arslan di 6’ê hezîrana 2024’an de bi giliyê ser êşanê rakirin nexweşxaneyê û destpêka helîna mejî lê hate tespîtkirin. Parêzerê Arslan, teşhîsa têkildarî muwekîlê xwe li nexweşxaneyeke taybet bi bijîjkekî pispor da pirsîn. Bijîjk, diyar kir ku di sala 2018’an de di encama îşkenceya bi ceyranê xwin li ser mejiyê Arslan hişk bûye, ji ber di dema xwe de mudaxile lê nehatiye kirin îltîhab çêbûye û ev yek jî bûye sedema helîna mejiyê wî.    Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber nexweşiyê pirsgirêkên weke ji bîr kirinê û şiyarnebûnê dijî.    PRZ. TÎNAŞ: LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHATE KIRIN    Parêzerê Arslan, Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku divê muwekîlê wî demildest li nexweşxaneyeke baş were emeliyatkirin. Tînaş, bal kişand ku cezayên dadgehê birîne li dijî hiqûqê ne û da zanîn ku ji bo darizandineke nû dê serî li dadgehê bidin. Tînaş, diyar kir ku muwekîlên wî bi îşkenceyê hatin binçavkirin û wiha got: “Hemû îşkenceyên ku bên aqlê we lê hatin kirin. Li Rihayê çend cînayetên kiryarên ne diyar hene ji bo di bin îşkenceyê de mabûn neçar man qebûl bikin. Piştî ku bi malbatên wan gef lê hate xwarin, gelek sûcên kiryarên wan nediyar girtin ser xwe. Lê piştî pêvajoya lêpirsînê li dadgehê diyar kirin ku ev îfade di bin îşkenceyê de hatine wergirtin. Tevî vê yekê jî lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Me gelek caran serlêdan kirin ku muwekîlên min sewqî nexweşxaneyê bên kirin û rapor bên wergirtin. Lê daxwaza me nehate qebûlkirin. Serlêdana me ya ji bo sûc jî bi neşopandinê encam girt. Bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin dosya hate girtin.”   ‘JI ÎFADEYÊN BI ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN RE CEZAYEKÎ GIRAN’    Tînaş, diyar kir ku îşkenceya di bin çavan de di raporên ATK’ê de jî cih girtin lê dadgehê ev rewş li ber çavan negirt û wiha berdewam kir: “Îstînaf bêyî ku lêkolîn bike ji esasê red kir. Dadgeha Bilind jî tenê ji ber sûcekê biryara xerakirina ceza da û cezayên din ên giran ên ji sûcdariyên din hatibûn dayîn pejirandin. Ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn 3 caran cezayê muebeda girankirî hate dayîn.”   Tînaş, bal kişand ku Fevzî Arslan girtiyê nexweşê giran e û ev tişt gotin: “Bi ser îşkenceyê re 6 sal derbas bûn û li ser giliyê tomografiyê mejî hate kişandin. Ji ber ku Fewzî êdî tiştên ku gotibûn ji bîr diklr. Me encamên wê li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîjkekî pispor dan. Ji ber îşkenceyê beriya 6 salan xwîn çûye ser mejiyê wî. Ji bo mudaxile li xwîna çûye ser mejiyê wî nehatiye kirin, xwîn hişk bûye û niha dibe sedemê helîna mejiyê wî.”   ‘DIVÊ BÊ BERDAN’    Tînaş, da zanîn ku bijîjkî ji wan re gotiye ‘bi vî awayî nikare berdewam bike’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîjk ji me re got ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin herî zêde dê 2 salên din bijî. Fevzî niha li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe bi cih bîne. Beriya niha ji rûviyên xwe emeliyat bû. Bijîjk derman nivîsandin û divê van bi awayekî bi rêk û pêk bigire. Lê bi tena serê xwe dimîne û tiştan ji bîr dike. Me serî li Wezareta Dadê da. Ji bo ku Arslan xwe bigihîne mafê tedawiya baş divê demildest bê berdan. Heke di van şertan de bimîne, rayedar ji mirina wî berpirsyar in. Cezayê wî dikare were taloqkirin.”   MA / Emrûllah Acar