Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’ 2024-07-26 09:21:40   STENBOL - Parêzera OHD’î Rengîn Ergul diyar kir ku rayedarên dewleta tirk di rûniştinên NY’ê de bersiv neda pirsên têkildarî “cezayên disiplînê” û wiha got: “Dê piştre bi nivîskî bersivê bidin. Em ê bişopînin.”     Rûniştinên 56’emîn ên Komîteya li Dijî Îşkence û Muameleyên din ên Zalimane, Dermirovî û Biçûkxistinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 8’ê tîrmehê de det pê kiribûn, îro bi dawî dibe. Di çarçoveya rûniştinan de ji gelek welatan rêxistinên civaka sivîl di navbera 16-17-18’ê tîrmehê de raporên têkildarî binpêkirinên cur bi cur bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organisation Against Torture (OMCT) jî ji Tirkiyeyê tev li bûn û raporên xwe pêşkeş kirin.    Di heman demê de Raportora Taybet a Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê Maeda Naoko têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêşiyek kir. Cîgirê Midûrê Giştî yê Girtîgehan ê Wezareta Dadê Fatîh Gungor li ser navê Tirkiyeyê bersiva pirsan da. Gungor, tecrîd înkar kir û got ku hevdîtin ji ber “cezayên disiplînê” tên qedexekirin. Parêzer Rengîn Ergul ku li ser navê OHD’ê beşdarî rûniştinan bû jî têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    MIJARÊN HATIN NÎQAŞKIRIN    Ergul, da zanîn ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl qala sepanên îşkenceyê yên li Tirkiyeyê, tecrîd û cezayên muebbeta girankirî kirine. Ergul, got ku komîteyê ji rêxistinên civaka sivîl pirs pirsîne û wiha domand: “Dixwestin van mijaran fêm bikn. Me jî nivîskî yan jî bi devkî bersiv dan. Du rojên piştre jî ji bo Tirkiyeyê dem hate veqetandin. Burokratên tirk weke her carê li dora qanûnan zivirîn. Bi taybet jî digotin ew polîtîkaya ‘ji îşkenceyê re tolerans nîne’ dimeşînin.”    'BERSIVA PIRSAN NEDAN’   Ergul, diyar kir ku yek ji pirsên derketî pêş jî têkildarî tecrîda li Îmraliyê bû û wiha domand: “Burokratên tirk gotin ku cezayê muebbeta giran li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn û mafên wî yên di qanûnan de rêz kirin. Qala sererastkirina têkildarî mafê hevdîtina bi malbat û parêzer re vegotin. Piştre jî îdia kirin ku ji ber cezayên disiplînê destûr nayê dayîn birêz Ocalan hevdîtinan bike. Komîteyê jê pirsî bê ka ev çend demeke cezayên disiplînê tên dayîn, qanûn çiqasî destûrê didin vê, dirêj ajotina cezayên disiplînê li Tirkiyeyê xwedî çarçoveyeke yasayî ya çawa ye û hincetên wan pirsî. Lê rayedarên tirk di civînê de bersiva van pirsan neda. Dê piştre bi nivîskî bidin. Em ê bişopînin.”    QEYDÊN NELSON MANDELA HATIN BIBÎRXISTIN    Bi domdarî Ergul anî ziman ku li gorî Qeydên Nelson Mandela, qedexeye ku cezayên disiplînê weke amûrekî cezakirinê were bikaranîn. Ergul, wiha pê de çû: “Bersivên rayedarên tirk rastî venedigotin. Ev sepan veguherîne îşkence û muameleya xerab. Li gorî rêgezên Mandela, qutkirina hevdîtina bi malbatê re ya bênavber qedexe ye. Her wiha tê gotin ku ji ber cezayên disiplînê nabe ku hevdîtin bên astengkirin. Tenê di rewşên îstîsnaî de ji bo demekî kin dikare were bisînorkirin. Di gelek belgeyên NY’ê de qutkirina têkiliyan a bi cîhana derve re weke îşkence û muameleya xerab tê qebûlkirin. Her wiha di biryarên DMME’yê de cezayên li ser hev ên li girtiyan tên birîn weke îşkence û muameleya xerab tê nirxandin.”    ‘DIVÊ MIJARA ESASÎ TECRÎD BE’   Parêzer Ergul anî ziman ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere û tu bingeheke hiqûqî ya tecrîda girankirî tune ye. Ergul, wiha dom kir: “Rejîma li Îmraliyê heta bi destûra bingehîn a darbeyê jî nikare were vegotin. Hikûmeta tirk ne bi qanûnên xwe dike ne jî li gorî belgeyên NY û KE’yê tevdigere. Ji bo têkoşîneke maf bi ser keve, divê ji her alî ve piştgirî jê re were kirin. Divê di hemû qadan de mijara sereke ev be. Divê rejîma li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin rojeva sereke ya hemû kurdan be.”   BIRYARÊN DMME’YÊ Û HELWESTA TIRKIYEYÊ    Ergul, biryara DMME’yê ya têkildarî cezayê muebbeta girankirî yê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Ji Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe biguherîne. Lê Tirkiyeyê tu gav neavêtin. Komîteya Wezîran a KE’yê dişopîne bê ka biryar hatine cîbicîkirin an na. Demekî dirêje li pêşiya komîteyê biryara Ocalan 2 û biryarên têkildarî Kaytan, Gurban û Boltan hene. Dê komîte di civîna îlona 2024’an de vê dosyayê bigire rojeva xwe. Piştre dê pêşniyaran ji bo Tirkiyeyê bike, belkî jî biryarên navberê bide.”    ‘DIVÊ QANÛN WERE GUHERANDIN’   Ergul, destnîşan kir ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê dive Tirkiye cezayê muebbeta girankirî rake û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê qanûnê birêz Ocalan û girtiyên din nikare ji mafê tehliyeya bişert sûd bigirin. Girtiyên cezayên muebbetê lê hatin birîn dikarin ji vî mafî sûd bigirin lê bi destê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tê astengkirin. Ji bo gavên pêwîst bên avêtin divê mekanîzmayên navneteweyî bên bikaranîn. Kesên ku dê sibe di dîrokê de weke leheng û pêşengên vî gelî bên bibîranîn; niha di zindanên dewleta tirk de hewl didin bikişînin statûya girtiyên nexweş. Ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên divê em hemû mekanîzmayan bixistin meriyetê.”    MA / Omer Îbrahîmoglû