Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat 2024-07-26 10:08:55 STENBOL - Zanyarê siyasetê Ahmet Însel têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistana axivî û diyar kir ku tu fêdeya şer ji welat re nîn e, pirsgirêka sereke ya kurd divê demildest were çareserkirin.    Bi hevkariya PDK’ê êrişên Tirkiyeyê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bêyî navber didomin. Tirkiye hêzên paramîlîter ên li Sûriyeyê jî tev li êrişan kir, nûqteyên nû yên kontrolê û baregehan ava dike. Zanyarê siyasetê Ahmet Însel têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên dawî axivî.    Însel bi bîr xist ku Irak piştî hevdtina bi Tirkiyeyê re kiriye, PKK’ê wek “rêxistinên qedexekirî” pênase kiriye û wiha got: “Li aliyê din jî Malbata Barzanî ya bi ser PDK’ê jî bi Tirkiyeyê re peymanekî şexsî çêkirine. Li gorî van her du peymanan Tirkiye dest bi hewldana ji holê rakirina saziyên nêzîkî PKK’ê dibîne kir. Ev polîtîkayekî bi salan e dom dike ye.    REWŞA IRAQÊ   Însel diyar kir ku Iraq çavê xwe li êrişan digire û ev tişt gotin: “Ji ber ku berê Iraq bertek nîşanî van êrişên Tirkiyeyê dida, êrişan li dijî axên xwe êrişên li dijî yekitiya xwe dihesiband. Hikûmeta Iraqê niha qet deng dernexist. Herwiha rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî dengê xwe dernexist, cih bi cih alîariyê dide Tirkiyeyê, bi artêşa Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Ev rewşekî nû ye.”   GEFA SER RÊVEBERIYA XWESER   Însel da zanîn ku Tirkiye dixwaze hêzên xwe yên leşkerî li Iraqê mayînde bike û axaftina xwe wiha domand: “Ev polîtîkayekî tevîkirinê ye gelo ez nizanim. Lê belê herêmekî li Sûriyeyê rasterast dagir neke jî, dixwaze hêzên xwe yên leşkerî lê wê derê mayînde bike. Tirkiye dibêje ku armanca min ji holê rakirina Qendîlê ye. Daxwaza wî ya bi hevdîtina Beşar Esad re heye lê belê heya niha tu hevdîtinên fermî pêk nehatin. Dema ku hevdîtin çêbû bê ka Tirkiye dê pêşniyarekî çawa pêş bixe, Esad dê qebûl bike yan na em nizanin. Bi îhtîmalekî mezin dixwazin têkiliya Rêveberiya Xweser bi kurdên li Iraqê re qut bibe, Herêma Xweser têkeve bin kontralê û teslîmî Esad bikin. Li vê derê armanca wan a bingehîn ew e ku sînora di navbera Iraq û Sûriyeyê bigirin.”    ‘LI GORÎ SIYASETÊ DAGIRKERÎ YE’   Însel destnîşan kir ku êrişên li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê li gorî siyasetê dagirkerî ye û wiha pê de çû: “Li gorî siyastê heke dewletek hêzên xwe yên leşkerî bixe nav sînorên dewletekî din û li wir leşkerên xwe bide sekinandin, ev rewş wek dagirkerî tê pênasekirin. Lê belê dema rewşên wiha tên rojevê divê dewletên axa wan tê dagirkirin, serî li meqamên hewce bide, mînak divê ji Neteweyên Yekbûyî re gilî bike. Berî niha giliyekî hikûmeta Iraqê çêbûbû lê belê îro hewldanekî wisa nîn e.”   ‘TU FÊDEYA ŞER JI WELAT RE NÎN E’   Însel anî ziman ku polîtîkayên şer dê krîza aborî bêhtir giran bike û ev nirxandin kir: “Helbet dê berdêlekî mezin a vî şerî hebe. Ji ber lêçûnên şer ên mezin bûdçe ewqas kêmiyê da. Firîna balefirekî şer, lêçûnên roketekê, lêçûnên leşlerî yên hîyerarşiyê, alîkariyên lojîstîk dibe sedema kêmbûna bûdçeyê. Heke şer bidome, leşker derveyî sînor werin ragirtin dê lêçûnên vê gelek girantir bibin. Anku demkurtî û demdirêjî tu fêdeya şer ji welat re nîn e.”     HELWESTA MUXALEFETÊ   Însel ser polîtîkayên ewlehiyên yên bi ser civakê tên meşandin sekinî û wiha pê de çû: “Tirkiye wek fiîlî bi Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin, sepanekî daraza cezayê tê meşandin. Ji ber di civaka Tirkiyeyê de li dijî şer bertekekî xurt nayê nîşandan. Bingeha hevpar a Tirkiyeyê netewperestî ye. Divê civaka Tirkiyeyê bi ser vê mijarê fikra xwe bêje û muxalefet bi berfirehtir li dor vê mijarê bibe yek. Helbet dê muxalefet vî şerî bîne rojevê. Lê ev yek ne hêsan e. Mixabin piraniya muxalefetê bi vê netewperesetiyê re di heman cihî de ye, di heman nêrînê de ye.”   ‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE’   Însel got ku “Pirsgirêka kurd di bingeha xwe de pirsgirêka Tirkiyeyê ye” û axaftina xwe wiha domand: “Di serî de divê netewperestên tirk dixwazin kurd bibin çi, divê ev yek were zelalkirin. Di nava CHP’ê de alyekî demokrat, wekheviyê diparêze heye lê belê ev yek têr nake. Mixabin muxalefeta ku dixwaze têkeve li şûna desthilatê, derbarê çareseriya kurd de bi wêrekî tevnagera, gotinekî xwedî îdia ya çareseriya pirsgirêka kurd naîne ziman. Ev rewş jî çareseriya pirsgirêkê zehmettir dike.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA SEREKE YA TIRKIYEYÊ YE’   Însel bilêv kir ku pirsgirêka herî mezin a li pêşiya demokratbûna Tirkiyeyê, neçareserkirina pirsgirêka kurd e û ev tişt gotin: “Rojava herî lezgînî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ev yek pir zelal e. Her kesek ji salên 90’î ve baş dizane bê ka dê pirsgirêka kurd çawa were çareserkirin. Mînak rapora Erdogan a ku dema sala 1991’an de di Serokatiya Bajêr a Partiya Refahê (RP) de amade kiriye heye. Rapora SHP’ê heye. Hevdîtinên salên 2015’an hene. Her kesek dizane bê ka dê pirsgirêk çawa were çareserkirin. Ev yek jî tê zanîn ku dê bi tevdîrên leşkerî û polîsan ev pirsgirêk neyê çareserkirin.”    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Însel di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heke pirsgirêka kurd hate çareserkirin, dê pêşiya têkoşîna demokratîk a civakê jî vebe û wiha derbirî: “Dibe ku bi bertek û provakasyonên ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe hebin. Çareseriya pirsgirêkê nayê wê wateyê ku dê her tişt li gorî dil be. Lê belê dê bi qebûlkirina piraniya civakê, ev rewş çareser bibe. Dema ev yek çêbû dê hewcehî bi polîtîkayên dewletê yên ewlehiyê, sepanên OHAL’a yên fiîlî nemîne. Dê pêşiya têkoşîna demokratîk a civakê vebe. Ev yek di heman demê de dê bi veguherîna tevgera siyasî ya kurd pêkan be.”    MA / Esra Solîn Dal