Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin 2024-07-26 10:14:23   WAN - Li Wanê hinek kesên nasnameya wan nediyar nivîsa “Pêşî Peya” jêbirin û li şûna wê nivîsa “Tirkiye tirk e, dê weke tirk bimîne” nivîsandin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser cadeyên hatin û çûna wê zêde, bi kurdî nivîsa “Pêşî Peya” nivîsandibû. Ev nivîs ji hêla komeke nasnameya wan nediyar ve hate jêbirin. Van kesên faşîst, nivîsên bi kurdî boyax kirin û li ser nivîsa “Tirkiye tirk e, dê her tirk bimîne” nivîsandin.    ŞAREDARÎ DÊ SERLÊDANA SÛC BIKE    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ji bo faîlên vê êrişa nîjadperest bên girtin û darizandin, dê serlêdana sûc bikin. Bi domdarî hat gotin ku Wan bajarekî kozmopolît e û dê xebatên wan ên bi vî rengî bidomin. Şaredariyê, diyar kir ku xebata wan a ji bo trafîkê ji hêla gel ve jî bi dilgermî hatiye pêşwazîkirin û wiha hate gotin: “Lê hinek derdorên nîjadperest ên nikarin vê çanda dewlemend a bajar ragirin, li dijî lewhayan êrişên kirêt kirine. Em vê êrişê şermezar dikin û êrişeke wiha ya li dijî zimanê kurdî ku piraniya bajar bi kurdî diaxive, nayê qebûlkirin. Dê êrişên bi vî rengî nekarin xebatên me asteng bikin. Banga me li meqamên edlî ew e ku li dijî vê nêzikatiya nîjadperest bikevin nava liv û tevgerê. Em ê ji bo parastina çanda dewlemend a bajar hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.”