Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû 2024-07-26 10:27:25   ÊLIH - Dayikên ku piştî girtinê rastî zexta lêgerîna tazî hatin wiha gotin: “Heta vî emrê xwe me tiştekî wiha nedîtiye. Bi por û dersokên xwe yên spî em di girtîgehê de tên ragirtin.”    Artêşa tirk di 22’yê hezîranê de li dijî gundê Bilexşê yê Kercews a Êlihê operasyona leşkerî da destpêkirin. Gund hate dorpêçkirin û dorpêç di 6’ê tîrmehê de hate rakirin. Piştre jî bi ser malan de hate girtin û 11 kes hatin binçavkirin. Her 11 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin, di 9’ê tîrmehê de hatin berdan. Piştre li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, dayikên bi navên Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) jî di nav de 9 kes hatin girtin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu çû serdana dayikên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tên ragirtin. Oduncu, da zanîn ku mexdûriyeta xelkê herêmê bi biryara qedexeya li herêma Mawayê ya Heskîfê re dest pê kiriye û di tevahiya qedexeyê de destûr nehatiye dayîn bikevin gund jî. Oduncu, bi bîr xist ku piştî rakirina qedexeyê şêniyên gund hatine binçavkirin û piştre hatine berdan. Oduncu, wiha domand: “Welatî vegeriyan gundê xwe. Em çûn serdana wan û me rewşa wan pirsî. Gotin ku tu sûcekî wan nîne û nizanin bê çima hatine binçavkirin. Diyar kirin ku gund bi balafirên şer hatiye bombebarankirin lê ew hatine bniçavkirin.”    Di berdewamê de Oduncu got ku şêniyên gund li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hatine binçavkirin û girtin. Oduncu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mirov li gund dijîn. Debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin. Jixwe em qala kesên bi zor û zehmet dikarin biçin nav zeviyên xwe û govê dikin. Dayikên me bi rastî jî hem kal in hem jî nexweş. Di destên wan de poşetên dermanan çûn edliyeyê û mixabin hatin girtin. Bi rastî jî sepaneke dermirovî li wan hate ferzkirin.”    DAYIK: DEMA ME CIL JI XWE DIKIRIN ME ŞERM KIR    Oduncu, da zanîn ku duh çûye serdana dayikên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tên ragirtin û ev agahî parve kir: “Di ketina girtîgehê de ji dayikan re gotine ku li gorî prosedûrê dê lêgerîna tazî bikin. Dayik jî cara ewil e hatine girtin lewma haya wan jê nebûye û lêgerîna tazî hatiye kirin. Dayikên me digotin ‘Me ji vê rewşa xwe şerm kir. Dema me cil ji xwe dikir me şerm kir. Ji ber ku heta vî emrê xwe me tiştekî wiha nedîtibû. Ez li mala xwe destê xwe heta zendikê tazî nakim lê mixabin em li vir tazî kirin. Li cil û bergên me nihêrtin.’ Bi rastî jî dayik ji ber vê rewşê pir xemgîn bûne. Divê mirov dubare bibêje bê ka ev sepana li Tirkiyeyê çiqasî dermirovî ye.”    PEYAMA DAYIKAN    Dayikan, bi rêya Oduncu peyamek şandin. Peyama dayikan wiha ye: “Em îro bi por û dersokên xwe yên spî di girtîgehê de tên ragirtin. Em gelek spasiya wan kesên li dijî vê bêedaletiyê em bi tenê nehiştin dikin. Em dixwazin demek beriya demekî heq û hiqûq bi ser keve. Ji ber ku me ev yek heq nekiribû.”    MA / Fethî Balaman