Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir 2024-07-26 10:44:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojıyê ji bo 15 bajaran bi koda zer û porteqalî hişyarî kir.   Li gorî texmînên hewayê yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) hema bêje dê tevahiya welat bi ewr be, dê cih bi cih jî baran zêde bibare. Tê payîn ku dê li Marmarayê, herêmên hundir ên Egeyê, Akdenîz, Anatoliya Navîn, Behra Reş û li derdorên Erzîngan, Qers, Erdexan û Îdirê baranekî zêde bibare.    Herwiha tê payîn ku dê Rojavayê Behra Reş, peravên navîn ên Behra Reş, Enqere, Kirikkale, Çankiri, Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Rîze, Artvîn, Erdexan, Qers, Erzîngan, Îdir, Edene û bakurê Mêrsînê û navçeyên rojava yên Mereşê dê cih bi cih baranekî zêde, li peravên rojava yên Behra Reş jî baranekî pir zêde bibare. Herwiha ji aliyê bakur ve bager dê bandora xwe li peravên başur ên Egeyê nîşan bide.