SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê 2024-07-26 11:00:46   ENQERE - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo li dijî PKK’ê şer bikin, bi bedela 3 hezar dolaran 400 leşkerên paramîlîter ji Sûriyeyê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.    Çavdêriya Mafên Mirovan a navenda wê London, li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeyê; dewleta tirk ji bo li dijî PKK’ê şer bikin 400 endamên komên paramîlîter ên “Sûltan Şah Suleyman”, “Tugaya Hamza” û “Sûltan Mûradê” ji Sûriyeyê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ji bo di şer de cih bigirin ji her çeteyekî re di navbera 2 hezar û 500 heta 3 hezar dolaran pere hatiye teklîfkirin.    Bi domdarî SOHR’ê wiha got: “Çavkaniyên SOHR’ê dan zanîn ku rayedarên tirk zextê li sedan leşkeran dike ku li çiyayên Herêma Kurdistanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şer bikin. Rayedarên tirk, şert û mercên zehmet û mûçeyên kêm ê komên ‘Artêşa Neteweyî’ li leşkeran ferz dike îstîsmar dike û beşekê wan bi pereyan neçarî şer dike. Li gorî agahiyan, beşeke şervanan ji hêla Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatine girtin û yên din beşdarî pevçûnan bûne.”