6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan 2024-07-26 11:16:00   RIHA - Li Pirsûsê beriya hilbijartina 31’ê Adarê 16 siyasetmedar hatibûn girtin. Ji siyasetmedaran 6’ê wan hatin berdan.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 6’ê adarê de di serdagirtina malan de gelek siyasetmedar hatibûn girtin û duh danişîna ewil a siyasetmedaran hat lidarxistin. Tevî ku di nav de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Pirsûsê Nazli Bînîcî û endamên Meclisa Şaredariya Pirsûsê jî hebûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin darizanin. Yekemîn danişîna dozê duh di 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê de hat lidarxistin. Di danişîna ku heya derengiya şevê dom kiriye de gelek partiyî û nûnerên rêxistinên demokratîk, darizandinê temaşa kirin. 14 girtî di danişînê de amade bûn. Baran Karak û Serkan Balî yên di Girtîgeha Erzînganê de tên ragirintin jî bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Piştî diyarkirina nasnameyan, siyasetmedaran mafê axaftinê girtin û diyar kirin û sûcên li wan tên payîn ne ne rast in. Siyasetmedaran dan zanîn ku xebatên wan wek sûc tên nîşandan û anîn ziman ku dosye tenê xwe dispêre îfadeyên şahidên nepen.    Dozger xwest Bulent Yaşar, Hîkmet Ceylan, Hatîce Yilmaz û Mehmet Yuce bi şertê kontrala edlî werin berdan, biryara  domandina girtinê ya girtiyên din were dayîn.    Parêzerên girtiyan anîn ziman ku ji ber muwekîlên wan di bin banê DEM Partiyê de siyasetê kirine hedef hatine girtin û bi bîr xistin ku girtîn beriya hilbijartinê hatine kirin. Parêzeran dan zanîn ku îfadeyên şahidên nepen ji bo nîşandana delîl kêm in û daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin.    Dadgehê ji girtiyan Bulent Yaşar, Recep Balî, Metîn Balî, Hîkmet Ceylan, Hatîce Yilmaz û Mehmet Yuce bi şertê kontrola edlî berda û biryara domandina girtiyên din da.    Herwiha dadgeh danişîna pêş taloqî 18’ê cotmehê kir.