Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin 2024-07-26 11:22:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya torena destpêkê ya Olîmpiyatên Parîsê ya 2024’an, li dijî rêhesinên Fransayê êriş hate kirin.    Mezintirîn şîrketa rêhesinan a Fransayê SNCF’ê ragihand ku beriya torena destpêkirina Olîmpiyatên Parîsê yên 2024’an, di danê sibehê de li dijî binesaziya rêhesinan êrişeke mezin hatiye kirin. SNCF’ê têkildarî kitekitên êrişê hûrgilî parve nekir û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Em ji tevahiya rêwiyan rica dikin ku rêwitiya xwe taloq bikin û neçin stasyonan.”   Berdevkê SNCF’ê ji DW’yê re got ku êriş weke bûyereke “şewitandinê” ye.