Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike! 2024-07-26 11:58:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye li herêma Berwarî Bala ya Hêrêma Federe ya Kurdistanê nasnameyan kontrol dike.   Tirkiye ji bejahî û hewayê êrişên xwe yên li ser Herêma Federa ya Kurdisatanê didomîne. Tirkiye li herêmê nuqteyên kontrolê yên nû danî û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir   Li gorî dîmenên Rojnewsê parve kiriye Tirkiye li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê nuqteya kontrolê daniye û dest bi kontrolkirina nasnameyên kiriye.    Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe didomînin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.