Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir 2024-07-26 13:09:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê duh bi şev 15 gundên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin.   Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê duh bi  şev, gundên Şewarxe, Merenaz, Malikiyê, Tat Mereş, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Um Hoş, Til Medîq, Til Çaçan, Şeala gundê Seyda û Til Rehal ên kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin. Li gel bombebaranê hat zanîn ku balefirên keşfê yên bêmirov jî bi ser herêmên bombekirî geriyane. Têkildarî zirara ji ber êrişan çêbûye tu agahî nehatin bidestxistin.