Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin 2024-07-26 13:57:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberên şiiyên li bajarê Necefê Beşîr Necefî anî ziman ku ew operasyonên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê red dikin.   Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê Rêberê şiieyan yê li Necefê, Beşîr Necefî anî ziman ku ew bi tundî siyaseta Tirkiye ya li ser Iraqê red dikin, taybet jî di mijara girtina para avê ya Iraqê û operasyonên leşkerî yên li ser xaka Iraqê de. Beşîr Necefî wiha bertek nîşanî hewldanên Tirkiyeyê da: “Ev kiryarên Tirkiyeyê di van salên dawî de bandoreke neyînî li herêmên Iraqê kirine.”