4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin 2024-07-26 17:45:11   MÊRDÎN - Leşkerên ku gundiyên li navçeya Dêrikê li dijî rakirina trafoyên ceyranê ya DEDAŞ’ê derketin derb kirin, 4 kes binçavkirin.    Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li navçeya Dêrik a Mêrdînê deynên cotkaran weke hincet nîşan dide, li gundan bi leşkeran re dest danîna ser trafoyên ku aydê cotkaran e didomîne. Di serdegirtinên li gundan hatin kirin de di navbera gundiyên li dijî desteserkirina trafoyan derketin û leşkeran de gengeşî pêk hat.    Leşkeran li gundê Werga Xensê yê girêdayî navçeyê, bi gaza îsotê mudaxileyî gundiyên ku bertek nîşanî DEDAŞ’ê kirin. Di mudaxileya leşkeran de 4 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.     Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz û şandeya pê re ku di dema vê qewimînê de serdana gundan dikir, çû cihê bûyerê û guhdariya gundiyan kir. Gundiyan têkildarî tiştên qewimîn Aydenîz û kesên pê re agahdar kirin û dîrekên ceyranê yên ji cihên wan hatine rakirin nîşanî wan dan.