Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin 2024-07-26 19:48:48   ŞIRNEX - Cenazeyê dayika Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Daxîla Ozkan li Cizîrê hate veşartin.    Cenazeyê dayika Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Daxîla Ozkan li navçeya Cizîr a Şirnexê hate veşartin. Cenazeyê Ozkan a duh li Stenbolê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve anîn Cizîrê. Cenazeyê Ozkan piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Mezin a li Taxa Deriyê Çiyê, li Goristana Asrî ya navçeyê hate veşartin.    Malbata Ozkan dê şînê li Mizgefta Haci Îsmaîl a li Taxa Sûrê deyne.