KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin 2024-07-27 09:07:17   AMED – Berdevkê Karên Derve yê Almanya yê KON-MED'ê Zana Serhed, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêk bînin.   Tecrîda girankirî ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin, 41 meh in didome. 41 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim nayên girtin. Hiqûqnas destnîşan dikin ku hikûmet û rayedarên dewletê bi boneya tecrîdê rewa bikin, bi awayekî dij hiqûqî cezayê hucreyê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibirin û mafê wî yê heviyê binpê dikin. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe, li seranserî welatên cîhanê di pêşengiya dostên kurdan de hamleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserya siyasî" didome. Heta niha gelek çalakiyên girseyî li Ewropayê hatin lidarxistin. Dîsa meşên dirêj li welatên Ewropa û Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin. Di çarçoveya hamleya hatiye destpêkirin de kurd, Kurdistanî û dostên kurdan dê di 17'ê tebaxê de li Hamburg, Berlin Hannover û Stuttgartê hemwext çalakiyan pêk bînin. Dîsa dê di 2'ê mijdarê de li Kolnê mîtîngekê pêk bînin. Di navbera 1-10'ê Cotmehê de jî dê çalakiyên cuda pêk bînin.    Têkildarî çalakiyên ku li Ewropa pêş bixin Berdevkê Karên Derve yê Almanyayê yê KON-MED'ê Zana Serhat agahî dan. Zana Serhat anî ziman ku bi boneya dengê Rêber Ocalan negêje civakê tecrîdê pêş dixin û wiha got: "Rêber Ocalan nêzî 50 sal in mafê gelê kurd diparêze. ji bo kurd bibin xwedî heq û hiqûq têdikoşe. Beriya Rêber Ocalan gelê kurd dihat înkarkirin. Gelê kurd bi têkoşîna Rêber Ocalan dîsa bûn xwedî nav û deng. Bûn xwedî nasname. Eger îro kurd li cîhanê tên nasîn û qebûlkirin, ev bi xêra Rêber Abdullah Ocalan e."    'FELSEFEYA Wî SERKEFTIN ANî'   Serhat destnîşan kir ku tecrîd di şexsê Rêber Ocalan de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn Tê meşandin û wiha axivî: "Paradigmaya ku Rêber Ocalan pêş xistiye, dihêle ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û aramiyê de bijî. Kurdên li Rojava (Sûriyeyê) bi fikr û felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin kirin û serkeftin bi dest xistin. Kurdên li Rojava bi fikra Rêber Ocalan DAIŞ têk birin. Gelê Rojhilata Navîn dizane ku fikrên Ocalan dê li Rojhilata Navîn serkeftignê bîne. Eger tecrîd bi dawî bibe dê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne."    'DVE FELSEFEYA Wî LI HER DERE BIJî    Serhad, da zanîn ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êdî li her derê bala mirovan dikişîne û ji ber vê yekê dostên kurdan li dijî tecrîda Îmraliyê di 10'ê cotmeha 2023'an de li tevahiya cîhanê bi awayekî kurevî hamleya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re azadî" dane destpêkirin û wiha axivî: "Tecrîda li Îmraliyê li dijî sinc û rûmeta mirovahiyê ye. Em ê li dijî tecrîdê qada têkoşînê mezintir bikin. îro hemû kesên fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas kirine tev li hamleyê dibin û hamleyê bi Rêve dibin. Em dixwazin fikr û felsefeya Rêber Ocalan li her derê bidin jiyandin. Ji ber ku meseleya tecrîdê êdî meseleyek navdewletdî ye. Em ê bi zêdekirina cureyên çalakiyan encamê bigirin.    'ÇALAKî DE BIDOMIN   Serhat Zana bibîr xist ku ji bo polîtikayên tecrîdê teşîr bikin dê ji Serokkomarê Almanyayê Serokwezîgrê Almanyayê û Wezîrê Karên Derve re nameyan bişînin û wiha bi dawî kir: "Em ê di van nameyan de hem êrîşên li ser Başûr bibîr bixin, hem jî rewşa tecrîdê bibîr bixin. Em ê li gelek navendên Almanyayê mîtîngan pêk bînin. Em ê di 17'ê Tebaxê de li Hamburg, Berlin Hannover û Stuttgartê çalakiyan pêk bînin. Em ê di van çalakiyan de polîtîkayên tecrîdê teşîr bikin. Em ê di navbera 1-10'ê Cotmehê de jî li gelek navendan bê navber çalakiyan pêk bînin. Em ê di 10'ê Cotmehê de biryara boykotê bistînin. Dê di 10'ê Cotmehê de tu kes neçin kar û neçin dibistanan. Em ê di 2'ê mijdarê de li Kolnêmeşek girseyî pêk bînin. Rêber Ocalan di şertê tecrîda giran de dijî. Divê bi awayekî fizikî azad bibe. Heta ku Rêber Ocalan azad nebe, tu kes azad nabe."    MA / Delal Akyuz