Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye 2024-07-27 10:10:38 DÊRSIM - Kesên tev li Mîhrîcana Mûnzûrê bûn, bal kişandin ser talana xwezayê û wiha got: “Têkoşîna li dijî vê berpirsyartiya herkesê ye. Xweza ji herkesê re lazim e.”    Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal cara 22’emîne li Dêrsimê tê lidarxistin bi aktîvîteyên cur bi cur berdewam dike. Di mîhrîcana ku bi dirûşmeya “Em ê destûrê nedin xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” tê lidarxistin de bal hate kişandin ser talana li dijî erdnîgariya Kurdistanê. Kesên beşdarî mîhrîcanê bûn li dijî talana xwezayê ya bi Santralên Hîdroelektrîk (HES), Santralên Enerjiyê yên Jeotermal (JES), şewat û birîna daran tê domandin peyama têkoşînê dan.    Zehra Kiliç a ji Antalyayê beşdarî festîvalê bû, diyar kir ku tê xwestin Dêrsim ji holê bê rakirin û wiha got: “Li dijî hawîrdora me dijminatiyeke bêrehm heye. Her çiqas ciwanên me vê derê bihêlin û biçin jî em weke kesên teqawîd em ê bên û bekçîtiya vir bikin û vê derê nedin kesê. Dêrsim ya me ye, em li dijî talana xwezayê ne. Em ê destûrê nedin ku xwezaya me talan bikin.”    ‘MAFÊ JIYANÊ DIPARÊZIN’    Alî Şeker ê ji Erzînganê tev li mîhrîcanê dibe, anî ziman ku mafê jiyanê yê hemû zindiyan diparêzin û wiha axivî: “Li gorî me tiştekî ne zindî nîne. Dar jî kevir jî xweza jî zindî ye. Ji bo ku em mafê jiyanê yê herkesê diparêzin em mafê sewalan, xwezayê û hawîrdorê jî diparêzin. Erzîngan, Dêrsim, Çewlig îro bi HES û bendavan tê texrîbkirin. Em dixwazin erdnîgariya me û xwezaya me weke xwe bimîne.”   ‘JI SEDÎ 20’Ê CUREYÊ ZINDIYAN JI HOLÊ HATE RAKIRIN’    Yek ji beşdarvanê mîhrîcanê nivîskar Metîn Aktaş jî bal kişand ku di 10 salên dawî de li erdnîgariya Kurdistanê talaneke xwezayê ya cidî heye. Aktaş, da zanîn ku gelek caran nêzÎ gundê Mankirik ê girêdayî Pulurê şewat derket rayedaran ne vemirand û nehişt gel jî vemirîne. Aktaş, bi lêv kir ku di şewata derket de ne tenê dar jiyana li wir hemû şewitî û ev tişt gotin: “Mirovan heta niha felsefeyeke ku berdewama jiyana di xwezayê de esas digire pêş ve nebir. Ji ber ku tu deman hebûna zindiyên ligel mirovan dijîn evqas neketibû xetereyê. Di 200 salan de hema bêje ji sedî 20 cureyên zindiyan ên ser erd ji holê hatin rakirin. Pêwîste bawerî, raman û heyînên felsefî yên ku derfeta jiyana bi hev re ya hemû zindiyan rewa dike, pêş bixin.”   ‘TEXRÎBATA HEYÎ BER BI HILWEŞÎNÊ VE DIBE’    Bûrhan, anî ziman ku gelek qad bi şewatên daristanan, lêgerîna madenê, çêkirina rê û kalekolan hatine texrîbkirin û anî ziman ku têkoşîna li dijî vê yekê berpirsyariya herkesê ye. Gundogan wiha domand: “Ji ber ku ev karê wijdan û mîrateyê ye. Piştî me dê zarokên me neviyên me li vir bijîn. Divê em qadeke bi tendurist ji wan re bihêlin. Li her derê talanek heye. Îro mirov li dijî xwezayê serkeftin e lê ev serkeftin ber bi hilweşînekê ve dibe. Dawiya vê gelekî bi xetere ye.”   Haydar Ataç jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî komkujiya xwezayê û wiha got: “Heke av, dar, daristan nebe em nikarin di nav xwezayeke paqij de bijîn. Fikir, çep û rast an jî saziyeke vî karî nabe. Divê hemû mirov li dijî talankirina xwezayê bibin yek. Ji ber ku xweza ji herkesê re lazim e.”