Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin 2024-07-27 13:59:19   WAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê aşkere kir ku di 10 rojan de 4 jê jin bi komî 27 kes hatine darvekirin.     Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji 18’ê tîrmehê ve li girtîgehên gelemperiyê Îranê 27 kes hatine darvekirin. Bal hate kişandin ku zêdetirî girtiyên hatine darvekirin kurd in. Her wiha hate diyarkirin ku ji kesên hatine darvekirin 4 jê jin in.”   Tê diyarkirin ku ji serê salê û vir ve li Îranê herî kêm 293 kes hatine darvekirin. Zêdetirî kesên hatine darvekirin kurd û mûxalîfên dijberî rejîmê ne.