Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’ 2024-07-27 14:57:20 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê destnîşan kir ku jiyana girtiyê nexweşê giran Kûtbettîn Menteş ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin xetere ye û divê were berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di çalakiya ku kete hefteya 515’emîn de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên li bajêr jî tev li daxuyaniyê bûn.    ÇAVÊN WÎ NABÎNIN    Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gokhan Aygun bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Kûtbettîn Menteş (67) ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin. Aygun ê qala pêvajoya girtina Menteş û nexweşiyên wî kir, anî ziman ku ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin çavên Menteş ji sedî 40 nabînin.    ‘AGAHIYA KRÎZA DIL NEDAN MALBATÊ’    Aygun, anî ziman ku Menteş di serê meha nîsanê de li hewadariya qawişa bi tena serê xwe lê tê ragirtin ji nişka ve ji ser hişê xwe çû, li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê û têkildarî rewşa wî malbat nehate agahdar kirin. Aygun, da zanîn ku malbata rewşê ji girtiyekî din hîn bin û wiha got: “Ji parêzerê ku ji bo serdanê çûye girtîgehê re gotine ‘ne li girtîgehê ye, li nexweşxaneyê ye’. Li ser vê yekê parêzerê ku çû nexweşxaneyê hîn dibe ku Menteş krîza dil derbas kiriye, rakirina Nexweşxaneya Acibadem a Bodrûmê, anjiyo bûye, 2 stent xistine dilê wî û li beşa lênerîna awarte ye. Tevî ku xetereya jiyanî ya Menteş ê nexweşiyên wî yên giran hene jî 3 sal in bi tena serê xwe tê ragirtin û daxwaza wî ya çûna cem hevalên wî nayê pêşwazîkirin. Îhtîmala ji ber nexweşiyên xwe dîsa krîzekê derbas bike li ber çavan nayê girtin û bi tena serê wî dihêlin qawişê. Em dixwazin ku ewilî Menteş bigirin cem hevalên wî û pişt re di nava pevajoyê de ji ber nexweşiyên wî yên giran înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.