Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye 2024-07-27 15:20:54   STENBOL - Endama ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, hişyar kir ku jiyana Hatîce Yildiz (75) a ji ber nexweşiya demansê ji bîr kirina wê zêde dibe, di xetereyê de ye.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 644’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” de li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandan ser rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Girtiyên nexweşên giran berdin” hate vekirin de dirûşmeyên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.    Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Hatîce Onaran, binpekirinên li girtîgehan rêz kirin. Onaran, bi lêv kir ku girtiyên nexweşên giran terkî mirinê hatine kirin û qala nexweşiyên Yildizê kirin.    ‘JIYANA WÊ DI XETEREYÊ DE YE’    Onaran, a girtina Yildizê bi bîr xist, wiha got: “Yildiz ji roja ku ketiye girtîgehê ve hemû pêvajoyên wê yên dermankirinê bi derengî ketine. Tevî nexweşiyên xwe û temenê xwe Hatîce Yildiz a tam 4 meh û 5 roj in di girtîgehê de ye, li girtîgehê ji ser hişê xwe diçe û dibin nexweşxaneyê. Girtina Yildiz a bijîjk jê re gotiye divê demildest ji çavên xwe emeliyat bibe ji bo jiyan û tenduristiya wê gefek e.”   Onaran, da zanîn ku ji ber şert û mercên girtîgehê tenduristiya Yildizê her ku diçe xerab dibe û wiha domand: “Ji ber nexweşiya wê ya demansê ya bi pêş ve diçe, ji bîr kirina wê zêde dibe. Bi alîkariya hin kesan dikare li xwe binêre. Ji serlêdanên ku ji bo taloqkirina înfazê, berdana bi şertê kontrola edlî û sewqkirina Saziya Tiba Edlî hatine kirin hêj encam negirtin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo mafên tenduristiyê û jiyanê yên girtiya nexweş Hatîce Yildiz û hemû girtiyên nexweşên giran, astengdar û pîr bên parastin, bên berdan û banga hestiyariye li raya giştî dikin.”