Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin 2024-07-27 16:07:51   AGIRÎ - Li Bazîdê bi hinceta govend û stranên kurdî 7 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.     Li navçeya Bazîd a Agiriyê di serdegirtinên malan ên 25’ê tîrmehê hatin kirin de yek ji 7 kesên hatibûn binçavkirin muzîkjen Gokhan Rizaogûllari bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Kesên hatin binçavkirin ji ber gerandina govendê û stranên kurdî yên di daweteke de beriya 2 hefteyan hate kirin de bûn hedefa komên nijadperest. Gokhan Rizaogûllari, Okan Sedîrken, Cahît Bîrdal, Îbrahîm Yardimci, zarokê bi navê M. û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.    BI QENAETA ‘ENDAMTIYÊ’ HATE GIRTIN!   4 kes piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hatin berdan, muzîkjen Rizaogûllari, Sedîrkan û Bîrdal sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger, Rizaogûllari bi daxwaza girtinê, Sedîrkan û Bîrdal jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh kirin.    Rizaogûllari, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Her 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Qenaeta “dibe ku çalakiya wî veguhere endamtiya rêxistinê” ji girtina Rizaogûllari re weke hincet hate nîşandan.