Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin 2024-07-27 16:25:23   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê bijîjkan jê re gotiye “Heke neyê dermankirin dikare 2 salan bijî” banga berdanê kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di hefteya 516’emîn a çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Ji bilî endamên înîsiyatîfê gelek endamên DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘GOTIN QEY MIRÎ YE XISTIN MORGÊ’    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin. Çevîrmen, da zanîn ku Aslan di 19’ê cotmeha 2018’an de hatiye girtin, di bin îşkenceyên giran de derbas bûye û wiha got: “Heta ji ber îşkenceyan ji ser hişê xwe çûbû. Gotin qey mirî ye û xistibûn morgê. Roja din dîsa îşkence lê hatiye kirin.”   Çevîrmen, diyar kir ku Arslan pişt re birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê, di encama îşkenceyê de xwîn çûye ser mejiyê wî, ji bo ku di dema xwe de mudaxile lê nehatiye kirin xwîn li ser mejiyê wî hişk bûye û bûye sedema îltîhabê.    ‘HEKE NEYÊ DERMANKIRIN DÊ BIKARE 2 SALAN BIJÎ’    Çevîrmen di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema malbata wî diçe hevdîtinê bi zehmetî wan nas dike. Dîsa li gorî agahiyên ku bijîjkan dane heke neyê berdan an jî di şert û mercên baş de neyê dermankirin tenê dikare du dalan bijî û xetereya jiyana wî heye. Ji ber ku dermanên xwe di demê xwe de nikare bixwe helîna mejiyê wî bi lez pêş dikeve.”   ‘DAXWAZA BERDANA BILEZ’    Çevîrmen, da zanîn ku Arslan ê tevî nexweşiyên xwe beriya meh û nîvan sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê hate kirin, ji bilî helîna mejî nexweşiya fitika zikî pê re heye û tedawiya wî nayê kirin. Çevîrmen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyana Fevzî Arslan di bin xetereyê de ye. Divê demildest bê berdan û di şertên bitendurist de tedawiya wî bê kirin. Giraniya rewşa wî di raporên bijîjkan û tetkîkan de diyar e, ne di rewşeke ku bikar di girtîgehê de bimîne de ye.”