Li Îranê kolberek hate qetilkirin 2024-07-27 16:29:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolberekî din jî qetil kirin.    Hêzên rejîma Îranê, li bajarê Kirmanşan ê rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kir. Di encama êrişan de kolberekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, êriş li navçeya Newsûd a Kirmanşanê pêk hat. Têkildarî agahiyên nasnameya kolberî agahî nehatin bidestxistin.