Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê 2024-07-27 16:34:17   DÊRSIM - Li Mîhrîcana Mûnzûrê pirtûka Jineolojiyê Girîşê hate desteserkirin.    Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal li Dêrsimê care 22’yemîn e tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Li qada ku panela bi navê “Jineolojî Siyaseta Demokratîk Nîqaş Dike” li Kolana Hunerê pêk hat, pirtûka Jineolojiye Gîrîş a ku di standa ji aliyê Weşanên Aramê ve hat vekirin de bû hat komkirin. Hate zanîn ku pirtûka ku hatiye desteserkirin, pirtûka ku Sebahat Tûncel da piştî panelê îmze bike ye.   Hate zanîn ku biryara 6’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Stenbolê ya bi dîroka 2019’an weke hincet hatiye nîşandan.