DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in 2024-07-27 16:50:04    WAN - Komîsyona Têkiliyên bi Gel te ya DEM Partiyê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn. Hevşaredar Neslîhan Şedal ku di organîzasyonê de axivî, da zanîn ku kurdan her tim ji bo aştiyê têkoşiyane û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê lihevanînê anî ziman.   Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê malbatên Înal û Demîryent ku dijminatî di navbera wan de hebû li hev anîn. Malbat, bi pêşengiya DEM Partiyê li Mala Şînê ya Sixkê ya li Taxa Sixkê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê malbat anîn cem hev û li hev anîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, rêxistinên DEM Partiyê yên Rêya Armûşê û Tûşbayê, Komeleya Melayan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rûsipiyên Wanê û Colemêrgê û gelek welatî tev li organîzasyona lihevanînê ya malbatên Înal û Demîryent bûn.   Beriya 3 mehan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera du ciwanan de şer derketibû û ciwanê bi navê Serhat Înal jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Înal, ji bo otopsiyê rakiribûn Saziya Tîpa Edlî (ATK) û di rapora ATK’ê de hatibû destnîşan kirin ku Înal ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê yekê rûsipî û mezinên malbatan ji bo aşitiyê ketibûn di nava hewldanan de û ji bo aştiyê pêk bînin serî li Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya DEM Partiyê dabûn. Komîsyona DEM Partiyê jî ketibû di nava malbata Înal û Demîryent de û her du malbat li hev anîn.   ‘EM DIXWAZIN EV AŞTÎ BIBE AŞTIYEKE MAYÎNDE’   Ewilî hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û ji bo lihevanîna her dû malbatan spasiyên xwe ji kesên ked dayî re kir. Dîlekçî, da zanîn ku ew weke rêxistin bi salan e têkoşîna wekhevî û aştiyê didin û destnîşan kir ku wan di vê rêyê de gelek bedel jî dane. Dîlekçî, anî ziman ku gelê kurd hertim li hemberî zilm û zordariyê gotiye aştî û wiha dirêj kir: “Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê hertim aştîxwaz in. Ev êşa van her du malbatên me, êşa me hemûyan e û em dixwazin di nava hemû civakê de aştiyek pêk bê. Nexweşiyên bi vî rengî hertim derdikevin. Ya girîng ew e ku em van nexweşiyan bi vî awayî çareser bikin. Em dixwazin ev aştî bibe aştiyeke mayînde. Em soz didin ku em ê hertim meseleyên xwe li ser silh û selehetê çareser bikin.”   ‘KURDAN JI BO AŞTIYÊ HERTIM TÊKOŞIYAN E’   Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal jî, ji bo nêzîkbûna her du malbatan spasiyên xwe pêşkêş kir. Şedal, bi bîr xist ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerekî giran heye, qetlîam pêk tên, tecrîdeke giran tê meşandin û ji aliyekê ve jî girtin û kuştin hene. Şedal, da zanîn ku civaka kurd hertim ji bo cîhanê bûye mînaka aştiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd ji bo aştiyeke mayînde xwe birêxistin dikin û têdikoşin. Lewma destê pergalê hertim di nava civaka me de ye. Em jî weke rêxistin êşa malabatên xwe parve dikin û em îro ji ber vê yekê li vir in. Tişta ku dikeve ser milên me ew e ku em pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin û xizmetê ji bo aştiyê bikin. Kurd xwedî çand û dîrokeke qedîm in û ji bo aştiyê hertim têkoşiyan e. Divê niha jî em li dijî kuştinê, mirinê, polîtîkayên li ser axa me tê meşandin bertekeke xurt bidin.”   ‘TEKOŞÎNÊ EM KIRINE MALBATEK’   Dû re Hevşaredar Abdullah Zeydan axivî û ji bo malbata Înal sersaxî xwest. Zeydan, diyar kir ku vê tekoşînê ew kirine malbatek û destnîşan kir ku ew ji bo vê bûyerê gelek xemgîn in. Zeydan, anî ziman ku di jiyanê de hertim nexweşî hene û bi lêv kir ku divê mirov li dijî bûyerên nexweş hinekî têgihiştî bin. Zeydan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava civaka me de mirovên rûsipî ku qedrê gelê xwe, partiya xwe, aştiyê digire hene û niha jî bûne sedema aştiyeke wiha. Ji xwe mezinatî, wêrekî jî ew e ku mirov şîrikê aştiyê be. Em gelek spasiya her du malbatên xwe jî dikin ku li hev hatin.”   Li ser navê Komeleya Melayan jî Mela Abdûlkerîm Batûk axivî û bi ayetên Qûranê behsa pîroziya aştiyê kir. Batûk, spasiya her du malbatan jî kir ku ji bo aştiyê ketine di nava hewldanan de.   HER DU MALBAT LI HEV HATIN   Piştre li ser navê malbata Înal Mahfûz Kizilaslan axaftinek kurt kir û ji bo hatina DEM Partiyê û keda komîsyona wê kêfxweşiya xwe anî ziman. Li ser navê malbata Demîryent jî Hecî Abdullah Taş axaftinek kurt kir û spasiya kesên ji bo aştiyê ked dayî kir.   XWARINA AŞTIYÊ HAT XWAR IN   Herî dawî xwarina aştiyê hat belav kirin û her du malbat û mêvanan bi hev re xwarin xwar in. Piştî xwarinê organîzasyona aştiyê bi dawî bû.