DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê 2024-07-27 17:29:18   ENQERE - 69 xelatgirên Nobetê bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îmze dabûn. Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî piştgirî da imzevanan û wiha got: “Em jî tiştên di nameyê de hatine gotin diparêzin. Serokwekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî di Meclisê de axivî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 41 meh in tu agahî ê nayên girtin û ji bo rakirina tecrîdê ser daxwazan sekinî. Temellî da zanîn ku sefîrên tev li civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibin pirsên derbarê astengkirina hevdÎtinên li Îmraliyê û cezayên dîsiplînê tên pirsîn bêbersiv dihêlin û wiha got: “Şandeyekî nû tê, yan rewşa li Tirkiyeyê nizane, yan jî naxwaze hîn bibe, li wê derê bersivan nadin. A rast divê bejin ‘Em qanûnan binpê dikin, em dewleta hiqûqê nas nakin’. Ji ber cezayên tên dayîn derveyî qanûnê ne, derveyî mirovahiyê ne.” ‘DIVÊ MUZAKERE DEST PÊ BIKIN’ Temellî bal kişand ser daxwaza 69 xelatgirên Nobelê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan name ji saziyên  nacneteweyî û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan şandine û wiha got: “Xwestin ku Ocalan were berdan û muzakere dest pê bikin. Em jî tiştên hatine gotin diparêzin. DÎMENÊN JINÊN GOVEND DIGERANDIN NÎŞAN DA  Temellî jinên ji ber gerandina govendê hatine binçavkirin nîşan da û ev tişt gotin: “Hûn di vê wêneyê de çi dibînin. Waliyê Sêrtê dibêje ku ev jinên govendê digerînin, aramiya Sêrtê xera kirine. Ev jin ji ber gerandina govendê hatine binçavkirin. Ev sepan li Mêrsînê dest pê kir, li Agiriyê dom kir niha jî li Sêrtê tê jiyîn. Şano qedexe kirin, êrişî stranbêjên kurd kirin. Desthilat digot ‘Me astengiyên li pêşiya kurdî rakirin, televîzyon, radyo, şano hene, di dawetan de kurdî stran tên gotin. Tu qedexe neman’. Me bi caran qedexe anî ziman. Ma mirovên ji ber stranên kurdî govendê digerînin tên girtin? Tişta wiha dibe?”