Li Wanê komxebata zarokan 2024-07-27 17:41:17   WAN - Li Wanê komxebata zarokan hat lidarxistin. Gelek zarkokên tev li komxebatê bûne, bi xebatên çand û hunerê re eleqedar bûn, demên xweş derbas kirin.    Di pêşengtiya Şardariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Huner û ŞanoWanê li taxa Xaçort komxebata zarokan hat lidarxistin. Di komxebatê de çalakiyên wekî bûkok, boyaxkirina ru, tîtîm, drama û boyaxa avî hatin lidarxistin. Zarokên di komxebatê de demên xweş derbas kirine bi hev re stran strandin.    Komxebat bi çêkirina wêneyan bi dawî bû.